Hevalo, hogiro, birayo!
Te li ser mirina Arjen Arî nivisandibû, ”Ev dunya dunyayeke bê wijdan û bê edalet e..”
Rast e, mirin bi merhemet û bi edalet tevnagere. Na!
Li dijî mirina bêwext ez îsyan dikim! Mirina bêwext li derîyê te xist û te zû ji nav me bar kir û tu çûyî.
Ez qebûl nakim, nikarim qebûl bikim ku mirin li ser ruyê erdê hukumdarîya xwe li ser jiyanê bike.
Tarî, divê li ser ronahîyê hukim neke Hevalo!
Na! Ronahî divê ji tarîyê qewîtir be.
Qebûl nakim tu di binê erdê de di nav wê axa sar de winda bibî.
Giya hertim li ser ruyê erdê şîn dibe, û ba tu car ji serê çîyan kêm nabe.
Erd çawa giyayê xwe, û çiya çawa ba û bahozê bi bîr tîne, TU yê jî di bîranînên min de her tim hebî û bijî!
Ez nuha li Diyarbekirê me, cihê te pir xuya dike hevalo!
Çiqas zor e, xemgînî û xemkêşîya hevalekî! Hundirê min dişewite!
Wekî berê ji vî bajarê bêyî te sêwî mayî, tu tahmekê nagrim.
Ez gelekî sipasî jiyanê dikim ku me hev û di nas kir, û nêzî-45-50 sal in, em bûn hevalên hev.
Û sipas ji bo keda te ya bo milletê kurd.
Oxir be, oxir be hevalo, hogiro, birayo!
Oxir be, di xewa ebedî de di aramgeha xwe de, nava nur de bi aramî razê!
Not: Ev nivîs ji bo Mustafa Gazî hatiye nivisandin (Rûpela Nû)