Tu zarokên xwe çawa mezin dikî?

Bubê Eser

Dilbaya min, delala ber dilê min, qîza min û şêrîna min, li Swêdê hatiye dinê û li vir mezin bûye. Li vir xwendiye. Ji dibisana xwe ya seratayî (destpêk) û heta lîseyê qedand (1.6.2019) her serketî bûye.

 

 

Mamosteyên wê yên zimanê kurdî û yên kurd di dibistanê Swêdî de mamoste bûn jî ji Dilba gelekî razî bûn. Wan bi xwe jî gelek caran anîbûn zimên ku Dilba dikare bibe şexsiyeteke mezin.

 

Min li malê tu caran bi ser wan de ne kiriye qêrîn û negotiye ´binêr hûn kurd in ha divê hûn hedê xwe bizaibin û hwd. Ji ber ku gelek bav an dê dizanin ku kurdbûn ev e.

 

Min tenê tiştê li malê ji wan re dikir ev bû. Heftiyê carekê min her yek ji wan, digirt em li odeyekê bi tenê rûdiniştin û min digot:

-Kur an qîza min, em ê 30 deqîqan ligel hev civînekê çê bikin. 15 deqên ewil em ê weke du hevalan bi hev re qise bikin. 15 deqên din jî weke bav qîz an kur em ê li gel hev biaxifin.

 

Baweriya we hebe ew 15 deqên ku em weke du hevalan li gel hev rûdinişt û weke du hevalan me bi hev re qise dikir, ez nikarin feydeya wê bêjim ku hingî zêde bû. Ez wiha bawer im kurdbûna zarokên min, zîrekbûna wan û Kurdistanîbûna wan ji ber wan 15 deqên em dibûn hevalên hev bûn. Çi dema mirov bi zarokên xwe re dibe heval, wê gavê ew tiştên dizane û çi tiştên di dilê wan de hebe, dixwazin çi fêr bibin, dibêjin.

 

Tiştên din ku min dida zarokên xwe. Min tim ji wan re jiyana xwe, lêdana xwe, hepsa xwe, êşkenceyên min dîtibûn bê sansor ji wan re vedigot. Min ji wan re dida zanîn ku tiştê tirkan anîne serê min û me kurdan, ji ber kurdbûna me û armanca me yên ji bona azadiya Kurdistanê bû.

 

Her wiha min ji wan re, behsa jiyana gundiyan ku çawa dijiyan, min behsa henek û pêkanînên gundiyan, min behsa lîstikên me, çirê, kevirê qawetê, sê berk û neberkê, lîstika şaqolan, ço peleng, eskerko û qaçaxço, çorsê, dema û strancê (kişik) û hwd dikir.

 

Min ji wan re digot; dema em li gund bûn, havînan li gundê me av tune bû, ji ber vê em ji gundê xwe bi keran diçûn gundekî din da ku hinek ava vexwarinê bînin. Tade û zordariya gundiyên din li me dikirin û sedema bêdengiya me digot. Min ji wan re behsa rojekê kera ez li ser, hêdî dimeşiya û ez li dawiya xelkê mabûm loma meta min ji ber vê diqeherî loma bi şîddet li kerê da, ker yek car bi çar gavê reviya û ez ji ketim xwarê, serê min şikest. Gelek caran Dilba digot: Bavo tu dikarî ji me re behsa tu çawa ji kerê ket dîsa bêje.

 Min tim, behsa zindana Diyarbekirê dikir, sedema êşkencê li me dikirin vedigot. Min dianîn zimên ku wan çawa bi lêdanê dixwestin me bikin tirkên baş û em çawa nebûn tirk dida zanîn.

 

Gelek caran Dawidê min î niha 14 salî ye dibêje: "Bavo tu dikarî dîsa ji min re behsa dema tu di zîndanê de bû û K.. te dane girêdan û hevalêkî te jî dikişkişand" bikî. Gelek şevên me bi serpêhatiyên hepsê û jiyana gund derbas dibûn.

 

Ez gihiştime vê baweriyê ku çi dema zarokek jiyana malbata xwe û bi taybetî ya bavê xwe baş fêr bibe, jixweber bîr dibe ew kurd e û ji bona azadiya Kurdistanê dikarin bi kêfxweşî xebatê bikin.

 

Sedema hatina xwe ya Swêd ji wan re digot. Her min dianî bîra wan û digot: Divê em weke kurd li vê Swêdê çi bikin ji wan re vedigot: Min ji wan re dida zanîn. Dema hûn xerab bin, di dersên xwe de kêm bin, dizî û xerabiyan bikin, wê Swêdî her ji we re bêjin, vana biyanî ne, kurd in. Lê dema hûn li dibisanê û di jyana Swêdê de serketî bin aha wê gavê Swêdî wê ji we re bêjin ew Swêdî ne û kurd in.

Min rengê ala Kurdistanê bi wan didan zanîn. Me ey reqîb bi hev re dixwendin. Bi qasî zanîbûn û têgihiştina xwe min dîroka kurd û Kurdistanê ji wan re digot. Min dîroka Newrozê û sedemê agirpêxistinê ji wan vedigot. Lê min qet ew aciz nedikirin û zor jî nedida wan. Bi henek û yariyên xwe bala wan dikşand ser welatê wan.

 

Min ji bilî vana tu tiştekî din, weke; pere, tatîlên xweş, xaniyekî delal, siyarek rind neda wan. Heta min gelek caran ew êşandinên ku nikarîbû wan weke gelekan sala carekê bişîadana û bi hevre biçûna, tatîlê ango betlanê. Lê min heta niha ji bona wan 10 berhem nivîsîne û ew jî weke sermiyaneke wan e.

 

Lê li gor vê jî ez gelekî bi zarokên xwe serbilind im, kurd û Kurdistanî ne. Wan ew kultura Kurdistanê girtine û heta hebin jî wê li gor wê bijîn. Her wiha Dilbaya bavê xwe endama rêvebir a Komîta PAK, Ciwan ya Swêdê ye jî. Ji ber ku daxwaza wê ew e ku di nav siyaseta Kurdistanî de be jî. Ew dixwaze siyaseta Kurdistanê li gor şert û normên Ewropayê bike.

 

 

 

Zêde dirêj nekim û bi du mînakan dixwazim nivîsê biqedînim: Dawidê kurê min diçû dibistana seratayê sinifa çaran. Li Swêdê adet e ku tim dê û bav diçin dibistanê ew, mamoste û zarokê xwe li sinifa wî/ê civînê dikin.

 

 

Dîsa weke her car dema David di sinifa çaran de bû, çûma civînê. Dema çûme civîna wî û li ser kursiya ber masa wî runiştim, dîtina min dît li ser maseya xwe ala kurdî li gor rengê wê çêkiriye û li binî nivîsîbû "Bijî Kurdistan".

 

 

Niha jî baş bala xwe bidin şokê (kep) keça min, delala ber dilê min Dilbaya min û bibînin ku bê li ser şokê xwe çawa nivîsîye "Bijî Kurdistan" Ez bawerim ev cara ewil e ku kurdek li ser şokê xwe yê dibistanê nivîseke weha dinivîsiye. Hûn bawer bikin min tiştekî weha ji wan re negotibû. Wan jixweber kurdbûna xwe didan zanîn û kêfa bavê xwe dianîn.

 

 

Mal dibistan e. Te di wê dibistanê de çi da zarokên xwe dê ew ên jî bi wê mezin bibin. Ji bona em weke kurd li Ewropayê têk neçin dive zarokên me ji munaqeşeyên nava me dûr lê bi ruhiyeteke Kurdistanê mezin bibin.