Karbidestê payebilind yê Qesra Spî, ku nexwest navê wî eşkere be, ji Reutersê re got ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Derve yê Şex Şex Abdullah bîn Zayed el-Nahyan, dê rêbertîya her du şandeyên merasîmê bikin.
Trump û karbidestên din yên rêvebirîyê dibejin ku ew hêvî dikin ku Erebistana Saudî û welatên din jî bo naskirina Îsraîlê şopdarê vê peyamanê bin.
Piştî gotûbêjên ku di navbera karbidestan de ku bo 18 mehan berdewam kir, peymana aştîyê ya di navera her du welatên Kendavê di 13'ê Tebaxê de li Qesra Sipî hatibû dîyar kirin.
Li gor peymanê Mîrgehên Yekbûyî razî bû ku bi Îsraîlê re têkilîyên normal ava bike û Îsraîl jî razî bû ku planên xwe yên dagirkirina Herema Şeria ya Kenara Rojava rawestîne.
Peyman bi hewildanên rêbertîya şêwirmendê Qesra Sipî û zavayê Trump Jared Kushner ve pêk hat, lê ji peymanek aştîyêke mezin ya Rojhilata Navîn ya jibo çareserkirina pirsgirêkên bi dehan salan yên di navbera Îsraîl û Fîlîstînîyan gelek dûr e.
Îran peymanê bi rengekîl tund rexne dike û qabûl nake.
Çavêr bal dikşînin ku peyman hevrîkîya dijî Tehranê xirt kir ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Îsraîl û Amerîkayê ve wek xeterîya sereke ya Rojhilata Navîn dibînin.
Trump di meha yek, Rêbendanê de planek aştîyê pêşnîyar kiribû ku bi giranî piştvanîya Îsraîlîyan dike, lê heya niha di vê qadê de peşvêçûneke berbiçav ya girîng çênebûye.