Romana Turkan Elçî ya bi navê “Qijika Şîn” di nav Weşanxaneya Dogan Kîtap de derket.
Elçî gava vê romanê di nav jîyana xwe de pênase dike dibêje, “Eva çîroka me jinan e. Jineke ku di nav qeyda berbi mirînê de ye qijikek jêre çîrok dixwîne û dildidê wê.”
Naveroka romanê di navê pirtûkê de bi awayekî wêjeyî xwe dîyar dike. Berî her tiştî ev pirtûk mirov dike cîyê balîndeyên azad û li esmanan difirîne. Elçî di vî warî de gava hestê xwe jibo Dengê Amerîkayê vedibêje ev navê pirtûka xwe wiha diderbirîne:
“Rengê şîn di huner de azadîyê dide bîra mirovan. Qijika Şîn jî her gav li esman bi azadî difire. Ev qad jibo firîna wê li ku ye bêsînor e. Ev êşên xwe min jî di qadeke bê sînor de anî ziman.”
Li gorî nivîskar Elçî, heke derdekî mirov nebe ne pêkan e ku nivîskar tiştekî bikaribe binivîse.
Jiyana nivîskar Elçî jî bi xwe li ser êş û trajedîyeke pêk hatîye. Bi xwe xêzana parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî ye. Heft sal berê zilamê wê li Amedê taxa Sûrê li pêşîya Mînareya Çar Lingî bi êrîşeke çekî hate kuştin.
Di romana nivîskar Elçî de, ev keser û elemên wê bi vê nevê xwe dîyar dike. Lê di vê romanê de bes ev tenê nîne, xeynî vî em di romana wê de di hêleke de êşa jinan, jiyanên bêbex, keserkur û bêhêvîtîyê di hêla din de jî peqîna raperînê, azadî û hêvîyan dibînin. Elçî jî dema hestê xwe dîyar dike vê yekê ji dil wiha radigîhîne:
“Nivîskarek bes jibo nivîsê nanivîse, berî her tiştî pêwîst e ku derdekî wê hebe. Gava mirov li ser derdekê lêhûrnebe bi hûrbînî jî nikare bibîne. Hevparîya me di êşan de yek e, min jî li ser êşa xwe xwast êşa me hemûyan vebêjim.”
Di dîrokê de jî gelek berhemên wêjeyî li ser binyata êş û kesera mirov hatîye sazkirin. Di vê pirtûka Elçî de jî em vîya gelek baş dibînin.
Elçî di vê pirtûka xwe de bi awyekî din jî pirsgirêka jinê û li gel pirsgirêkên din têkel û hev dike. Lê ew balê dikşîne ser babeteke din ya Kurdan. Biz zarekî rexneyî vê yekê jî wiha tîne ziman:
“Em Kurd sed salane ku di nav dîroka êşê de derbasbûne. Lê mixabîn me li gorî netewên din ev êşa xwe bi zarekî wêjeyî di nav berheman de zêde bikar neanîye. Ev yek jî kêmasîya me Kurdan e. Sedama nivîsina min jî hineke ev e.”
Romana Turkan Elçî, bi Tirkî hatîye nivîsin û ji 168 rûpelî pêk hatîye. Di romanê de tema peyvên ku şêwazê vê pirtûkê dîyar dike, mirov nikare ku jî bûyera nav romanê veqetîne.
Turken Elçî Kî Ye?
Turkan Elçî, li Amedê ji dayîk bûye. Dibistanê serata, navendî û lîse li Amedê xwendîye. Di zankoyê de Beşa Wêje û Zimanê Tirkî xilas kirîye û dest bi karê memostatîyê kirîye. Piştî demeke li vê derê îstîfa kirîye û çûye fakulteya hiqûqê xilas kirîye. Ew ana di bin endamtîya Baroya Amedê de parêzvanîya serbest dike û du jî zarokê wê hene.
Çavkanî: Dengê Amerîka