Berdevkê Yekîneya Xwebexşên Navdewletî ji bo Bergirîkirina li Ukraynayê, Damien Magrou di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê ku peyamnêra Rûdawê Dilniya Rehman pê re kiriye, dibêje xwebexş ji 55 welatan derbasî Ukraynayê bûne ku piraniya wan jî ji Ewropa û Amerîkayê ne û hin xwebexş jî ji welatên Erebî hatine.
Bi gotina Damien Magrou, herî zêde xwebexş ji Amerîka û Brîtanya hatine, piştî wan jî ji Keneda û Polonyayê.
Damien Magrou amaje bi mercên wergirtina xwebexşan dike û dibêje, “Mercê sereke ji bo wergirtina xwebexşan ew e ku ezmûna wan a şer hebe, ango berê beşdarî şer bûbin. Piraniya xwebexşan leşkerên xanenişîn ên artêşên welatên xwe ne. Lê hinek xwebexşên me hene jî ku ezmûna wan a leşkerî di nêv artêşa welatê wan de nebû. Hinek xwebexşên me berê di nav şerên din de xwebexş bûn.”
Berdevkê Yekîneya Xwebexşên Navdewletî ji bo Bergirîkirina li Ukraynayê herwiha ji Rûdawê re diyar kir, ku hin xwebexşên niha li Ukraynayê li dijî Rûsyayê şer dikin, berê di nava refên YPGê de bûne û li Sûriyê şer kirine. Damien Magrou got, “Hinek xwebexşên me berê li Sûriyê di nav refên YPGê de û di bereya Kurdistan û Kurdên Sûriyê de şer kirine. Ev ew kes in ku dibe ku li welatên xwe neçûbin nêv artêşê, lê em wan werdigirin ji ber em dizanin ku ezmûneke wan a şer a pir girîng heye, û ev jî ji bo me mercekî sereke ye.”
Rûdaw: Gelo hejmara xwebexşên biyanî ji bo bergirîkirina li Ukraynayê çend e û bi rastî ji ku hatine?
Damien Magrou: Mixabin ez nikarim behsa hejmara xwebexşan bikim. Me ji destpêka şer ve, ev siyaset meşandiye. Ez dikarim bibêjim ku xwebexş ji hemû parzemînan hatine. Cara dawî ku min li lîstê nêrî, xwebexş ji 55 welatan hatine. Piraniya wan ji Ewropa û Amerîkayê ne. Du welatên ku herî zêde xwebexş ji wan hatine Amerîka û Brîtanya ne. Piştî wan jî Keneda û Polonya tên.
Rûdaw: Gelo tu kes ji wan ji welatên îslamî hatine?
Damien Magrou: Ez hinek kesan nas dikim ku ji welatên erebî hatine. Xwebexşên me hene ku ji Misirê hatine. Ez ne şaş bim min kesekê Urdunî jî dîtiye. Ango çend kes ji welatên erebî hatin.
Rûdaw: Gelo piraniya xwebexşan jin yan mêr in?
Damien Magrou: Ew yekîneyeke leşkerî ye, lewra ez bawer nakim ku ji tu kesî re cihê sersamiyê be ku piraniya xwebexşan mêr in.
Rûdaw: Ji destpêka şer ve, me dît ku Çeçan ji bo Rûsyayê şer dikin, lê niha xuya ye ku alîkariya leşkerên Ukraynayê dikin?
Damien Magrou: Divê em cudahiyê di nav Çeçanan de bikin, Çeçanên rasteqîne ku çendik û çend salan di bin zordariya Rûsyayê de jiyane, piştgiriya Ukraynayê dikin. Lê Çeçanên ku li Komara Çeçanistanê ji bo hikûmetê kar dikin, ku girêdayî Qadirov in, ew ne Çeçanên resen in. Ew xayînên gelê xwe ne. Em ji wan re dibêjin Qadirovî. Ew ne Çeçanên rastîn in, ew xayîntiyê li Çeçanistanê dikin. Ez wiha dibînim ku piraniya gelê Çeçan piştgiriya Ukraynayê dikin.
Rûdaw: Gelo xwebexş ji Ukrayniyan cuda şer dikin, yan di nav leşkerên Ukraynayê de ne?
Damien Magrou: Yekîneya Xwebexşên Navdewletî beşek ji hêzên çekdar ên Ukraynayê ye. Em wek efserên Ukraynayî ne û me cihê xwe di nav yekîneyên leşkerî yên Ukraynayê de girtiye. Di nav yekîneyên leşkerî yên mezin de. Bê guman, em fermanên stafê generalên Ukraynayê cîbicî dikin. Em beşek ji hêzên çekdar in.
Rûdaw: Gelo vêga hejmara xwebexşan ber bi zêdebûnê ye yan hejmara wan ber bi kêmbûnê ve diçe?
Damien Magrou: Di destpêkê de, bal zêdetir li ser şer bû, lewra wê demê hejmareke bêhtir dihat. Me têbînî kir ku piştî karesata Bûçayê, hatina xwebexşan demekê rawestiya. Niha hatina xwebexşan di asteke cihgirtî de ye.
Rûdaw: Gelo hejmara kuştiyan di nav xwebexşan de çend e? Her wiha çend xwebexş ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatine girtin?
Damien Magrou: Mixabin em wan amaran jî naweşînin, polîtîkayeke artêşa Ukraynayê heye ku hejmara kuştiyên xwe belav nake. Vê dawiyê, me kuştina çar xwebexşan ragihand ku berî hefteyekê jiyana xwe li devera Xarkîvê ji dest dabûn. Lê ez vê yekê jî piştrast dikim ku ew çar kes ne tekane kesên biyanî ne ku jiyana xwe di vî şerî de ji dest dabin. Li gor şert û mercan, em nikarin hemûyan ragihînin.
Rûdaw: Bi baweriya gelek kesan ev şer şerek di navbera Rojava û Rûsyayê de ye, hûn çawa dibînin?
Damien Magrou: Bi baweriya min ji wiha zêdetir e. Li gorî min, şerek e seba azadî û demokrasiyê û li dijî dîktatoriyê ye, li dijî totalîtarîzmê, emperyalîzmê û berfirehbûnxwaziyê ye. Gelek nirxên ku di vî şerî de metirsî li ser wan heye, nirxên gerdûnî ne. Şer ne tenê li ser Ukrayna û Rûsyayê ye. Her wiha şer li ser mafê welatekî biçûk e ku dixwaze bi aştiyane li tenişta cîranekî mezin bijî. Li ser demokrasiyekê ye ku mafê wê heye rêya pêşveçûna xwe diyar bike, ne ku ji hêla cîrana wê ya mezin ji wan re were gotin ku pêwîst e çi bikin. Ji ber vê yekê ez bawer im ku ev şer ji wê mezintir e. Lê bê guman şerê gelê Ukraynayê li dijî emperyalîzma Rûsî ye ku dixwaze dubare destê xwe deyne ser ji ber wî tiştê ku (tirsa ji bandorê) jê re tê gotin. Ev têgeh hemû vedigerin sedsala 19an. Bi dîtina min, hemî kesên ku îro wek beşekê ji xwebexşên navdewletî ji bo Ukraynayê şer dikin, ji bona parastina wan nirxan şer dikin ku ji deh salan zêdetir e Ukrayna li wan xwedî derketiye. Biryar daye ku berê wê li Ewropa û demokrasiyê be. Lê ev şer ne zêde girêdayî navbera Ewropa û Rûsyayê yan Ukrayna û Rûsyayê ye. Ev hevrikî pir ji vê mezintir e. Tiştên bêtir di bin metirsiyê de ne.
Rûdaw: Ez bê guman im ku te navê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê bihîstiye, gelek ji xwebexşên ku çûn Kobanê xwediyên îdeolojiya çep bûn. Gelo xwebexşên li Ukraynayê xwediyên tu îdeolojiyeke taybet in yan na?
Damien Magrou: Min hebûna tu îdeolojiyekê di nav xwebexşan de têbînî nekiriye. Bi rastî, em herî kêm behsa siyasetê wek îdeolojiyeke siyasî dikin. Em di çarçoveya dîplomasiya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de qala siyasetê dikin, lê dê bi tevahî çewt be heke xwebexş xwediyên îdeolojîyeke taybet bin. Min hinek xwebexş dîtine xwedî îdeolojiyên çep in, hinek rastgir in jî, lê tu yek ji wan ne piranî ye.
Rûdaw: Gelo xwebexş kîjan celebê rahênanê werdigrin û kî wan perwerde dike?
Damien Magrou: Em wek Yekîneya Xwebexşên Navdewletî tenê wan kesan werdigirin ku ezmûna wan a şer heye, kesên ku berê qada şer dîtine. Ezmûna şer a piraniya xwebexşan li Efganistan û Iraqê heye. Ew şehrezayên qada şer in. Hizra wergirtina kesên ku ezmûna wan a şer heye ji bo wê yekê ye ku em bikarin wan bi lez bixin ser erk. Ji ber vê yekê em rahênan û perwerdeya tevahî pêşkêşî wan nakin. Ji ber ku em kesên xwedî tecrûbe werdigirin. Tişta ku em ji wan re pêşkêş dikin ew e ku em wan ji bo dema hefteyekê yan du hefteyan tevlî nav yekîneyeke leşkerî dikin da ku xwe bi hevkarên xwe yên nû re biguncînin. Ji bo ku hemahengî di tîmê de hebe. Ango hinek dem li ber destê wan heye, lê em perwerdeya leşkerî ya tevahî bi wan nadin kirin, çimkî dema me ji vê re tune ye.
Rûdaw: Gelo alîkariyên leşkerî yên welatên Rojava, xasma Amerîka digihin xwebexşan, çimkî ez ne şaş bim arîşeya we heye ku nagihin destê we?
Damien Magrou: Bila em lê binêrin, niha li Ukraynayê her tişt bi kil û kêmasî ye, kêmbûna çekan, kêmbûna cebilxaneyê, kêmbûna topxaneyê û kêmbûna pergala dijî balafiran. Lewma ne cihê sersamiyê ye ku ji bo gelek kesan derdikeve holê ku ew tişt ne berdest in. Ya rast ew e ku gelek çek hatine, gelek jî hatine belavkirin. Ez piştrast dikim ku xwebexşên me her ji destpêka şer ve bi çekên ku me ji welatên Rojava wergirtine, şer dikin. Xwebexş mûşekên sermil û dijî-tank bikar tînin. Ew tibaba çekên ku em dixwazin li ber destê me nîne, lê divê em çekên ku hene bikar bînin.
Rûdaw: Di vî şerî de mezintirîn destkefta leşkerî ya xwebexşan çi ye?
Damien Magrou: Heke merema te yekîneya xwebexşên navdewletî ye, destkefta wan a herî mezin ji destpêka şer ve azadkirina bajarê Irpinê bû. Li wir xwebexşên navdewletî roleke mezin di rizgarkirina bajêr de lîstin. Hinek fermandarên ku beşdarî wî şerî bûn, ji min re gotin ku xwebexşên navdewletî nîvê bajêr rizgar kirin. Ez nizanim ev rast e yan na, lê Irpin ew cih e ku bi wê yekê tê naskirin ku rola xwebexşên navdewletî di azadkirina wê de hebû.
Rûdaw: Gelo ezmûna leşkerî ya xwebexşan di nêv artêşên welatên wan de heye yan tu ezmûneke wan a leşkerî nîne?
Damien Magrou: Mercê sereke ji bo wergirtina xwebexşan ew e ku ezmûna wan a şer hebe, ango berê beşdarî şer bûbin. Piraniya xwebexşan leşkerên xanenişîn ên artêşên welatên xwe ne. Lê hinek xwebexşên me hene jî ku ezmûna wan a leşkerî di nêv artêşa welatê wan de nebû. Hinek xwebexşên me berê di nav şerên din de xwebexş bûn. Hinek xwebexşên me berê li Sûriyê di nav refên YPGê de û di bereya Kurdistan û Kurdên Sûriyê de şer kirine. Ev ew kes in ku dibe ku li welatên xwe neçûbin nêv artêşê, lê em wan werdigirin ji ber em dizanin ku ezmûneke wan a şer a pir girîng heye, û ev jî ji bo me mercekî sereke ye.
Rûdaw