Ukraynayê amadehiya xwe ya ji bo agirbestê ragihand

.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ragihand, “Ukrayna amade ye ku 30 rojan agirbestê bi Rûsyayê re ragihîne.”

Şandeyên Amerîka û Ukraynayê li bajarê Cedeyê yê Erebistana Siûdî bi navbeynkariya Şehzadeyê Welîehd ê Erebistana Siûdiyê Mihemed bin Selman saetekê ji bo gotûbêja li ser agirbesta Ukraynayê di civînê de bûn.

Piştî civînê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marko Rubio ragihand:

“Ukrayna tekezî li ser rawestandina şer û destpêkirina gotûbêjan dike.”

Rubio her wiha anî ziman:

“Niha top li qada Rûsyayê ye, em hêvîdar in ku Rûsya agirbestê erê bike.

Eger neke, hingê em dê bizanin kî asteng e li pêşiya agirbestê.”

Piştî civînê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di daxuyaniyekê de ji Amerîkayê xwest ku Rûsyayê ji bo agirbesta 30 rojî razî bike.

"Amerîka jî divê Rûsyayê razî bike"

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy got:

“Ukrayna bi germî pêşwaziyê li vê pêşniyarê dike, em erênî dibînin û amade ne ku gavekî wiha bavêjin.

Amerîka jî divê Rûsyayê razî bike.”

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Mike Waltz ku yek ji endamên şandeya Amerîkayê bû da zanîn:

“Niha em ji wê qonaxê derbas bûne ka şer dê bi dawî bibe yan na.

Em niha em di wê qonaxê de ne ka dê çawa bi dawî were.”

Şerê Rûsya û Ukraynayê 23ê Sibata 2022yan dest pê kir.

Şer bandoreke mezin li aborî, leşkerî û jiyana welatiyên Ukraynayê kiriye.

Li gorî Ajansa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, heta niha herî kêm 12 hezar û 654 kesên sivîl ku 669 ji wan zarok in, li Ukraynayê hatine kuştin.

Ev ji bilî kuştina 46 hezar leşkerên Ukraynayê ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy piştrast kiriye.

Her wiha 90 hezar leşkerên Rûsyayê jî hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Almanya, YE û Fransa li ser peymana navbera HSDê û Şamê daxwuyaniyan dan
Nêçîrvan Barzanî li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer: Ev peyman nexşerêyeke guncaw e
Aliyên siyasî çi li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer got?
Reuters: Tirkiye ji peymana Sûriye û hêzên Kurdî geşbîn e
Berpirsê MSDyê yê Şamê: Tirkiye di peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de alî ye