Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'

.

Piraniya welatiyên Ukraynayê tevî bêbaweriya wan derbarê danûstandin û vekişîna Rûsyayê de, lê dîsa jî daxwaza aştiyê dikin û dixwazin ku Amerîka ewlehî û aramiya wan garantî bike.

Aliva Oleksandra 12 sal berê warê xwe yê li herêma Donbasê cih hişt û bi malbata xwe ve berê xwe da Kieva paytextê.

Lê wê nedizanîbû ku alozî û şer dê sala 2014an careke din bigire ser wan û sê salên din jî biajo.

Aliva wêneyên fermandar û hevalên hevjînê xwe nîşanî kurê xwe dide ku di navbera salên şerê Rûsya û Ukraynayê de jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha ew nîgeran e û hêvî dike ku danûstandin serbikevin û hevjînê wê bi silamet ji eniyên pêşîn ên şer vegere.

"Em baweriya xwe bi danûstandinên berdewam nayînin"

Aliva Olêksandra derbarê rewşa xwe di şer de û daxwazên xwe ji bo aştiyê ji Rûdawê re axivî û got:

"Em Ukraynayê dixwazin. Beriya her tiştî em aştiyê dixwazin lê em baweriya xwe bi danûstandinên berdewam naynin.

Em bawerî nakin ku ew (Putin) dê paşve bikişe. Armanca wî ji agirbestê komkirina leşker û çêkirina mûşekan û dagirkirina me ya bi tevahî ye.

Ez di bin desthilata Rûsyayê de najîm. Ev axa min e, her wiha ya dê û bavê min e."

Bi destbikarkirina serokê nû yê Amerîkayê, înîsyatîfên Donald Trump ji bo bidawîanîna şerê çend salî yê Ukrayna û Rûsyayê dest pê kirine, lê her car aliyek ji Rûsî yan Ukraynî bi mercên danûstandinan û agirbestê razî nabe.

"Em ji vî şerî bêzar bûne"

Katrîna, welatiyeke din a Ukraynayê ye û got "Pêşî ez hêviya aramiyê ji bo me hemûyan dixwazim.

Em ji vî şerî gelekî bêzar bûne û bi dilniyayî pêdiviya me bi garantiyên ewlehiyê heye, bi taybetî ji aliyê Amerîkayê ve. Ez gelekî nîgeran im."

"Danûstandin dê bi wê yekê bi dawî nebin"

Konstantîn, welatiyekî din behsa wê yekê dike ku ew ji jiyaneke bi aramî hez dike wiha pê de çû:

"Tenê aştiyê dixwazim lê tiştekî di dilê min de ji min re dibêje ku ev danûstandin dê bi wê yekê bi dawî nebin.

Mixabin, dibe ku cûreyek ji agirbesteke demkî hebe lê ew nabe sedema ti tiştî, ev nêrîna min e."

Piştî gotûbêjeke zêde, aliyê Ukraynayê pêşniyara agirbesteke 30 rojî qebûl kir, lê Rûsya heta niha razî nebûye û ti alî baweriya xwe bi pabendiya aliyê beramber bi mercên aştiyê nîne.

"Di demeke nêz de ti tişt naguhere"

endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlemana Ukraynayê Oleksander Fidyanko wiha anî ziman:

"Ez bawer im ku bi dilniyayî ti tişt di rojên pêşiya me de nayê guhertin.

Deng û basa wê hebû dibe ku agirbesteke ji bo 30 rojan şansa serkeftinê hebe.

Ez dixwazim tekeziyê li ser tiştekî bikim, baş e em dikarin li ser agirbestê li hev bikin, mînak, ji aliyê topbarankirina bajarên sivîl ve.

Lê ma çi bi êrişên mûşekan, êrişên hawanê, dronên Şahid û êrişên li ser bendera ku berhemên çandiniyê yên têkildar ji wir ve tên şandin, em dê çi bi wan bikin.

Ji ber vê, eger em xeta têkiliyên şer li ber çav bigirin, bi ya min di pêşerojeke nêz de ti tişt naguhere."

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî ji destpêka şer di sala 2022yan ve heta niha zêdetirî 12 hezar sivîl û di navbera 60 heta 100 hezar leşkerên Ukraynayê hatine kuştin û Rûsya ji sedî 20ê axa Ukraynayê kontrol kiriye.

Rûdaw

Avrupa Haberleri

Li Fransayê êrişeke bi kêran: Kuştî û birîndar hene
Vladimir Putin qeyyûm danî ser şaxa şîrketa Anadolu Efesê ya li Rûsyayê
Annalena Baerbock: Ewlehî ji bo Kurdan û siberojeke azad û aram a Sûriyeyê girîng e
"Desteya Tehrîr El-Şam": Pirsgirêka bi HSDê re ye, ne bi Kurdan re
Stembol | Ji bo xebatên ziman û çandî yên zazakî koma “Mazêre”yê ava bû