Siyasetmedarê Kurd Umit Firat got “Di dema serokkomariya Kiliçdaroglu de tenê yasa bên sepandin jî dê ji rewşa niha baştir be. Yanî ji bo kurdan bifikirin û bernameyekê amade bikin di konjonktura siyasî ya heyî de ev yek ne pêkan e. Niha rewşeke fîîlî heye. Hikûmeta ku niha li ser kar e, karên ku mirov pir aciz dikin dike. Hem ji bo Kurdan hem jî bi giştî.”
Siyasetmedarê Kurd Umit Firat beşdarî bultena Rûdawê ya taybet Bakur bû û di derabrê hilbijartinên Tirkiyê de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.
Umît Firat ragihand ku eger di hilbijartinên serokomariyê de berbijêrê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu bi ser bikeve, ewê ne li bendê bin ku di demeke kurt de pirsgirêka Kurd çareser bibe.
Firat diyar kir ku desthilatdariya heyî bi qanûnên ku derxistiye jî tevnagere û ji ber vê yekê Kurd Kiliçdaroglû tercîh dikin û dibêje “Ez bawer nakim ku pirsgirêka kurd di demek kurt de û heta di demek navîn de çareser bibe. Hêviyek min a wisa nîne. Kiliçdaroglu jî helbet gelek sozan nade kurdan. Lêbelê em Kurd niha di nava bêhêvîtiyê de ne. Desthilatdariya heyî ne girêdayî qanûnên ku derxistiye, ne jî girêdayî destûra bingehîn e. Mirov bi awayekî nehiqûqî, bi awayekî ku di qanûnan de cihê wê tine dişînin girtîgehan, bi hinek kampînan dikarin wan biçûk bixin. Maf û hiqûqan binpê dikin.”
Firat diyar kir ku ew 78 salî ye û wek Kurdek tenê carekê dengê xwe daye berbijêrê CHPê yê Şaredariya Bajarê Mezin Ekrem Îmamoglu û di hilbijartina serokkomariyê de jî difikire ku dengê xwe bide Kiliçdaroglu û got “Sedem ev e: Berê em gelek gilîdar bûn. Ji ber ku berê li Tirkiyê statû û mafê kurdan tune bû, lê bi kêmanî me ev yek dizanî. Dema ku sûcek habûya cezayê vi di qanûn de heye an na. Hebe hewqas e... Lê niha tiştek wisa tine. Rewşeke fîîlî heye, rewşeke cîbicîkirina qanûnek tine. Dema mijar dibe Kiliçdaroglû, qanûnên xwe bi kar tîne. Ez jî dizanim, li gor wê tevdigerim.
“Kemal Kiliçdaroglu di bin zexta neteweperestan de ye”
Ûmît Firat diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berê ji bo Kurdan xwedî pozîsyoneke erênîtir bûye, Kemal Kiliçdaroglu di bin zextên partiyên neteweperest ên nêzî xwe de ye û ji ber vê yekê nikare bi rihetî biaxive. Herwiha Ûmît Firat got ku hebûna partiyên weke DEVA û Partiya Pêşerojê ku li hemberî Kurdan erênî ne, ji bo Kiliçdaroglu avantaj e.
Umit Firat di berdewamiya axavtina xwe wiha got:
“Dîsa jî dema jê re dibêjin serok Erdogan, bertek nîşan nade. Lê dema Kiliçdaroglu peyva “Kurd” tîne ziman, hevkarên wî yên sereke nerehet dibin, em dizanin ku ew di bin guvaş û zexteke wiha de ye. Di dema serokkomariya Kiliçdaroglu de tenê yasa bên sepandin jî dê ji rewşa niha baştir be. Yanî ji bo kurdan bifikirin û bernameyekê amade bikin di konjonktura siyasî ya heyî de ev yek ne pêkan e. Niha rewşeke fîîlî heye. Hikûmeta ku niha li ser kar e, karên ku mirov pir aciz dikin dike. Hem ji bo Kurdan hem jî bi giştî. Dest ji avakirina têkiliyên demokratîk ên bi Rojava û Ewropayê re berda. Pêvajoya Yekîtiya Ewropayê hat rawestandin. Ew biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nake. Ji ber vê rewşa heyî bertek heye.”