UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê

.

Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin. Tekez jî kir jî, ew bi komîsyonê re hevkariyê dikin, ji bo hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê “azad, dadmend û zelal” bên bikin.

Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Mihemed Hesen peyameke vîdyoyî derbarê şeşemîn xula hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê belav kir.

Hesen got: “Gelê Herêma Kurdistanê rojên În û Yekşemê dê biçin ser sindoqên dengdanê û mafê xwe yê hilbijartina nûnerên xwe bo parlamentoya dahatû bikar bînin.”

Amaje bi wê jî kir: “Hilbijartin dê demokrasiyê xurtir bike û bîrokeyên nû bigihîne saziyên Herêma Kurdistanê, ji bo bersivdayîna pirsgirêkên gel. Ev hilbijartin di rêvebirina Herêmê de qonaxeke girîng e.”

Herwıha got: “Herêma Kurdistanê ya niha, cuda ye ji ya berî 10 salan, ez bi pêşkeftin û geşepêdana niha pir sersam im, ez bawer im ku hîn kêşe li pêş Kurdistanê hene, lê Kurdistan li ser rêya rast e û ber bi paşerojeke baştir ve diçe.”

Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê daxwaz ji nêzîkî sê milyon dengderên Herêma Kurdistanê dike ku “herin ser sindoqan û deng bidin”

Herwiha got: “UNAMA bi rêya pisporên xwe, tîma teknîkî û hilbijartinan alîkariya komîsyonê dike û hevkarên navdewletî çavdêriya proseyê dikin. Hêvîdar in hilbijartin bi serkeftî bê lidarxistin.”

Kurdistan Haberleri

ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Medyaya Îsraîlê: Yehya Sînwar hat kuştin!