Rêxistina UNESKOyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji bilî zimanê farisî, metirsiya jinavçûnê liser zimanên kurdî, azerî û tirkimanî heye.
Tevî ku li gorî destûra Îranê, mafê xwandinê bi zimanê dayikê di xwendingehan de hatiye tekes kirin, lê yasa li wî welatî neketiye meryetê.
Tevî ku nêzî %10ê şêniyên Îranê bi zimanê kurdî diaxvin, lê hîn zimanê kurdî di warên siyaset û perwerdeyê de cih negirtiye.
Li gorî rêxistina UNESCOyê, ji bilî zimanê Farisî, metirsiya jinavçûnê liser zimanên Kurdî, Azerî û Tirkimanî heye.
UNESCO: Metirsiya wendabûnê li ser zimanên kurdî, azerî û tirikmenî heye
Piştî Faris û Azeriyan, kurd sêyem mezintirîn neteweya Îranê ye û weke neteweyên din ji mafên xwe yên destpêkê weke mafê xwandinê bi zimanê Kurdî bê parin.
Tevî ku li gorî madeya 15ê ya destûra Îranê, mafê xwandinê bi zimanê dayikê di xwendingehan de hatiye tekes kirin, lê piştî derbasbûna 45 salan bi ser avabûna Komara Îslamiya Îranê, ew yasa li wî welatî neketiye meryetê.
Navenda Amaran a Îranê: 76 ziman û zarave li Îranê hene
Li gorî madeya 15ê ya destûra Îranê, mafê xwendinê bi zimanê dayikê di dibistanan de hatiye tekezkirin
Her li gorî destûra Îranê, bikaranîna zaraveyên navxweyî parstûyî zimanê Farisî di çapemenî, medya û fêrkirdinê de yasayî ye.
Li gorî navenda Amaran a Îranê, 76 ziman û zarave li wî welatî hene û metirsiya jinavçûnê liser nîva wan heye.
Çavdêrê mafê mirovan yê rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Îranê Cawîd Rehmanî ragihand, hejmarek kêm ji berpirsên pile bilindên Îranê kurdin û zimanê kurdî jî bi fermî di xwendingehan de nayê xwandin.
Ev 9 salin serjimêriya giştî li Îranê nehatiye kirin, lê li gorî amarên nefermî nêzî 12 milyon welatiyên kurd li wî welatî dijîn û heya niha çarenivîsa destpêkirina xwandina zimanê kurdî li Îranê ne diyare.