Navenda Nûçeyan- Mercado da xuyakirin, bi bombebarana 2yê Kanûnê 8 zarokên ku temenê wan di bin 15an de ye hatine kuştin û 8 jê birîndar bûne û got, ''Di vê meha dawî de ji ber êrîşan li Bakurê Sûrîyê 34 zarok hatine kuştin. Di êrîşê de 8 jê zarok 10 sivîlan can daye û ji 10an zêdetir jî birîndar bûne.”
Mercado da zanîn, li gelek navendên Sûrîyê ji ber şer her ku diçe zêdetir zarok dimirin û prensîba ku divê di şer de zarok bêne parastin di şerê 9 salan yê Sûrîyê de, tim hatîye piştguhkirin.
Mercado bang li alîyên şer ên li Sûrîyê kir ku di her şertî de mafên zarokan biparêzin û got, “Yên ku ev êrîş kirin bi qest bûne sedema kuştina zarokan û divê berpirsîya wan sûcan li wan bê sepandin.”
Çavkanî: Basnews