UNICEF: Rêveberiya Xweser hewl dide aramiyê di nava zîndanê de pêk bîne

.

 Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) serdana hinek zarokên DAIŞê kir ku hêj li zindana Hesekê girtî ne. Piştî serdanê, UNICEF, di raporekê de dibêje, ku ew dizane desthilatên xwecihî hewl didin aramiyê di nav zindanê de û li derveyî wê peyda bikin.

Li gor amarên li ber dest, 700 zarokên DAIŞê di zindana Hesekê de bûn. 27 hezar û 500 zarok di kampên bakur û rojhilatê Sûriyê de ne. Dê û bavên wan zarokan ji 50 welatên cîhanê ne. Çûbûne Sûriyê û bûbûn DAIŞî, gelek ji wan zarokan sêwî ne, bav û dayîkên wan di şer de hatine kuştin.

Şandeke UNICEF bi serokatiya Povictor Newland û Berprisa Ofîsa UNICEFê ya li Qamişloyê Natasha Stojkovska serdana zarokên DAIŞê li nav zindana Hesekê kir.

Piştî vê serdanê, UNICEF di raporekê de dibêje, ku ew dizane desthilatên xwecihî hewl didin aramiyê di nav zindanê de li derveyî wê dabîn bikin. Ev karê tê kirin ji bo nirxandina rewşa zarokan û piştevaniya guhdana bi wan pir buha ye û divê berdewam bike.

Piştî têkşikandina DAIŞê li Baxozê, zarokên çekdarên wê rêxistinê di nav kampan de hatibûn niştecîkirin, hin jî ji bo navendên ji nû ve perwerdekirinê hatibûn veguhestin. Ew zarok li ser destê DAIŞê li ser bîr û hizrê şer hatibûn perwerdekirin.

Zarokekî DAIŞê yê Rûsî dibêje: “Ez ji Rûsyayê me, Li Baxozê bûm. Bordûman hebû, bavê min mir. Bi bordûmana balefirê mir. Bavê min di nav DAIŞê de bû. Ez hemû cureyan çekan nas dikim."

Piraniya welatên cîhanê red dikin ku wan zarokan bi tevahî li welatên dê û bavên wan vegerînin. Ev yek jî bi demê re dibe metirsiyeke mezin li ser ewlehiya herêmê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike