UNICEFê daxwazek ji Rêveberiya Xweser kir

.

Ajansa taybet bi alîkarîkirina zarokan a ser bi rêxistina Netewên Yekbûyî ve (UNICEF) ji berpirsên Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku giştî wan zarok û ciwanên ji destpêka îsal ve li girtigeha Xwêranê girtîne bên berdan.

UNICEF di raporta xwe de bibîr dixe, roja 20ê Çileya 2022ê êrîşek bo ser girtîgeha Xwêran a li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê çêbû û ev jî bû sedema zêdebûna aloziyan. Tê gotin di encamê de nêzîkî 700 kur ku piraniya wan Iraqî û Sûrî bûn lê ji xelkê 20 welatên din jî hene û ji wan hinek temenê wan nêzîkî 12 sal e ku hatine girtin.

Di raporteke berê ya ku rojên 21 û 25ê Çileyê de hatibû belavkirin UNICEFê daxwaz kiribû ew zarokên ku nêzîkî 850 kes in ji girtîgeha jêr desthilata HSDê bên berdan û bo ku vegerin welatên xwe bibin alîkar.

Di beşek raportê de jî UNICEFê bo sala 2022ê daxwaza 334 milyon û 430 hezar û 71 dolaran kiriye bo dabînkirina pêwîstiyên taybet ên 9.1 milyon kesan ku 5.5 milyonê wan zarokin û heta niha 81 milyon û 410 hezar û 123 dolar bo wan hatiye dabînkirin.

Herwiha di raportê de behsa rewşa Kempa Holê tê kirin û dibêjin li kampê rewşeke ne seqamgirî heye û di navbera 1ê Çileya 2021ê heta 12ê Çileya 2022ê li kampê 90 kes ku Iraqî û Sûrî ne hatine kuştin. Li kampa Holê 56 hezar kes heye û ji nivê wan zêdetir temenê wan ji 18an kêmtire.

Di raportê de behsa qeyrana avê jê tê kirin ku li beşekî Rojavayê Kurdistanê wek pirsgirêka ava elokê tê zanîn. Tê gotin, qûtkirina ava vê derê wiha kiriye ku dawiya sala 2019an zêdetirî 460 hezar kesên nîştecihên Hesekê û derûberê wê û zêdetirî nîv milyon kesên din li bakurê rojhilatê Sûriyê rûbirûyê kêm ava vexwarinê bibin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn