Tora Mafê Mirov a Kurdistanê (Kurdistan Human Rights Network) daye zanîn ku roja sêşemê (15 cotmeha 2024an) li gel Nasir Mihemedî yê di girtîgeha navendî ya bajarê Ûrmiyê de, hukmê bidarvekirinê li girtiyekî din ê bi navê Amir Silêmanî jî hatiye sepandin.
Amir Silêmanî (30) yê ji Ûrmiyê, beriya niha bi 2 salan bi tohmeta “kuştina bi qest” hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Heman çavkanî dide zanîn ku roja duşemê (14ê cotmeha 2024an) li gel Naser Mihemedî bo girtîgeha takekesî hatibû veguhestin û roja sêşemê (15ê cotmeha 2024an) jî her du girtî hatine bidarvekirin.