Navenda Nûçeyan- Ligor zanyarîyên gihiştine Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê duhê roja çarşemê 15.01.2020an 2020an hukmê sêdaredanê bo ser du birayên bi navê Darîyuş Derwêşî temen 35 sal û Daniş Derwêşî temen 37 sal hatibû sepandin li zindana navendî ya Urmîyê hatin darvekirin.
Ligor zanyarîyan ew dû hemwelatîyen kurd berîya bi 5 salan bi tohmeta bi tohmeta bi kuştina enqest hatibûn desteserkirin. Herwiha dadgeha Komara Îslamî ya Îranê jî hukmê îdamê li ser herdu birayan sepandibû.
Basnews