Urmiye | Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd bi tohmeta “sîxuriya Îsraîlê” ceza kir

.

Îdrîs Elî û Azad Şoceyî du kurdên xelkê Serdeştê li gel Resûl Ehmed Mihemed yê xelkê bajarê Silêmaniya başûrê Kurdistanê ji aliyê şaxê 2yem ê dadgeha înqilaba îslamî ya Ûrmiyeyê ve bi tohmeta “sîxuriya Îsraîlê” hatine cezakirin.

Esxer Cîhangîrî, berdevkê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê, roja doh (5ê mijdara 2024an) ragihandiye ku 3 kes derbarê bûyera dosyaya “cinayeta Muhsîn Fexrîzade” de bi darvekirinê hatine mehkûmkirin, bêyî ku navên van kesan bilêv bike.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê daye zanîn ku, ev 3 kes li bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên wezareta îtila’atê ve hatine girtin û neqlî girtîgeha vê saziya ewlehiyê ya li Ûrmiyeyê hatine kirin.

Ev kesên hanê çend mehan di girtîgeha îtila’ata Ûrmiyê de ji bo îtirafên bi darê zorê rastî îşkenceyên laşî û derûnî hatine û piştî  3 mehan cara yekem karine bi malbatên xwe re pêwendiya telefonî bikin.

Berpirsên emnî, ew bi çêkirina senaryoyek “sîxuriya Îsraîlê”  û “veguheztina alavên ku di kuştina Musin Fexrîzade de hatine bikaranîn”  tawanbar kirine.

 Îdrîs Elî û Azad Şucayî xelkê gundê “Doleh Germe” yê  Serdeştê ne ku li sînorê Serdeştê mijûlî kolberiyê bûn, li gel kasibkarê sînorî yê bajarê Silêmaniyê Resûl Ehmed Mihemed, destpêkê hemû tomet red kirine, lê ji ber îşkenceyên giran neçar mane ku tohmetên li wan hatine kirin li xwe rast bikin.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir