Vaye goristana bêkesan!

Ji 59 cenazeyên penaberan ên ji Gola Wanê hatin derxistin, 18 jê li goristana bêkesan hatin definkirin.

 

Xebatên derxistina cenazeyên pênaberên di 27’ê hezîranê de li keştîya lê siwarkir bibûn di Gola Wanê de noqî avê bû, dewam dikin. Di encama xebatên heya niha hatin birêvebirin de cenazeyê 59 penaberan ji avê hatin derxistin. Cenazeyên hatin derxistin ji bo otopsîyê şandin Sazîya Tipa Edlî ya Wanê. Cenazeyên 18 penaberan piştî karê otopsîye li goristina bêkesan hatin definkirin.

Li ser kevirên goran ne navên penaberan, numre hatine nivîsin. Ev dimen piştî li ser torên medyayî belav bû rastî nerazîbûnan hat.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e