Mijara Koçberan hîn jî li Tirkiyê yek ji mijarên sereke û germ e. Partiyên oposizyonê jî raporên di derbarê mijarê de amade dikin. Oposîzyon bi şêweyeke giştî dixwaze koçber û penaberên Sûrî vegerîne welatên wan lê li gorî desthilatê, di destê oposîzyonê de heta niha jî projeyeke cidî ya çareseriyê nîne.
Yek ji partiyên oposizyona Tirkiyê Partiya Devayê ku serokatiya wê Elî Babacan dike, raporek di derbarê koç û koçberan û penaberan de amade kir û ji raya giştî re ragehand. Li gorî partiya Elî Babacan ji bo vegereandina koçber û penaberên surî pêwîste peywendiyeke baş bi Şamê re were durust kirin Deva hemen demê daxwaza avakirina dadgeheke îdarî û taybet bo pirsgirekên Hiquqî yên koçber û penaberan dike.
Parlementerê Partiya Devayê Mustafa Yeneroglu got, “Ji ber helwest û polîtikayên xirab ên desthilatê, hemwelatiyên me li beramber mijara koçberiyê xwe bêçare dibînin. Xelk dibîne ku sînorên me ji herkesî re vekirî ne. Xelkê me ji ber politikayên şaş ên hikûmetê li hember koçber û penaberan hesas bûye û mixabin helwestên li dijî wan zêde bûne.”
Rojek piştî rapora Partiya Devayê, Partiya Pêşerojê (Gelecek) jî raporek li ser heman mijarê ji raya giştî re eşkere kir. Li gorî damezrînerê Partiya Gelecekê Alptekîn Hocaoglu ku berê serokê encûmena oposizyona suriyê bû niha navê xwe kiriye alptekîn hocaoglu û yek ji damezrînerên Partiya Gelecekê, Hikûmeta Suriyê amade nîne ku koçber û penaberan qebûl bike.
Damezrînerê Partiya Pêşerojê (Gelecek)Alptekîn Hocaoglu li ser vegerandina koçberan got, “Beşar Esed naxwaze xelk vegere Sûriyê, çima ji ber ku Esed bi şandina xelkê Sûriyê dixwest midaxaleyeke demografîk li ser welatên derdorê bike û bi ser jî ket, ya duyem jî bi taybetî piştî ku hikûmetê çekên kimyayî bikaranîn, êdî peywendiya xelkê û Esed bi temamî nema. Beşar Esad baş dizane ku ew êdî nikare xelkê koçber û penaber bûye kontrol bike.”
Partiya Pêşerojê (Gelecek) ya Ahmet Davutoglu di rapora xwe de behsa avakirina Wezareta Koç û Koçberan û zêdekirina xizmetguzariyan û tedbîrên ser sînorî dike lê li gorî beşeke xelkê Tirkiyê mijar bi amadekirina raporan çareser nabe.
Rojnamevan Remzî Dîlan anî ziman, “Bi ya min mijara koçberan ne tenê mijara desthilatê û ne tenê mijara oposizyonê ye. mijar mijareke netewî ye û pêwîste ne bi çavekî partîgerî çavekî netewî mesele were ditîn.”
Kebanî Esma Turkyılmaz got, “Ez weke hemwelatiyekê êdî naxwazim xelkê Sûriyê li welatê me bimînin, divê mesele were çareser kirin bila biçin li Sûriyê bo welatê xwe şer bikin, em jî bi aram û rehet bijîn.”
Li gorî rapora ji aliyê Partiya Pêşerojê (Gelecek) ve hatiye amade kirin li Tirkiyê bi giştî 5 milyon û 506 hezar û 304 koçber û penaber hene ku 3 milyon 763 hezar û 652 ji wan xelkê Sûriyê ne.
Çavkanî: Rûdaw