Pêşgotin
Gotareke Muqteda Sedr bes bû ji bo ku pevçûna navbera endam û alîgirên tevgera wî û beşek ji grubên çekdar ên şîe raweste.
Ev vegereke bihêz a Sedr bû, xasma piştî wê "devjêberdan"a ku ragihandibû! Wî careke din şiyan û desthilata xwe ya bê rikeber li ser alîgirên tevgera xwe şow kir û bi rêya gotara xwe, nîşan da ku zêdebarî "devjêberdan"ê, proseya siyasî bêyî Sedr, qet nebe di demeke kurt de, tê wateya alozî û bêaramiyê.
Her wiha moreke rast bû jî ji wan şiroveyên ku wer bawer dikirin hîna zû ye pevçûn bibin şerekî berfireh ê navxweyî yî şîeyan.
Zêdebûna guvaşan û karvedana Sedr
Di dema borî de, Çarçoveya Hemahengiyê hewldanên xwe zêde kiribû ji bo ku civîneke parlamentoyê saz bike da gotina xwe bibe serî. Ev jî bêyî ku guh bidin wê daxwaza Sedr ku pêwîst e parlamento demildest hilweşe.
Hevdem bi van re jî, rexneyên “Ayetulah” Kazimê Hairî li Sedr û daxwaza wî ji şîeyan ji bo ku rêberê Îranê bikin lêvegera xwe, gurzek li statûya olî ya Sedr bû.
Berê, Sedr li bal Hairî waneya “xaric ji fiqihê” dixwend û li wê gorê ku her kesê bixwaze bibe lêvegera texlîd, hewcedarî rizamendiya lêvegereka din e, êdî ji niha bi şûn de Sedr bêgav e li deriyê lêvegereka din bide!
Ev ji bilî ku hinek çavlêkerên Hairî ku bi xwe ji Iraqê ye, alîgirên Sedr in û gotina lêveger jî ji “çavlêkerên” wî ra giraniya xwe heye.
Her wisa li dijî pêgeha “Ayetula” Sîstanî bû jî ku alîgirên Sedr di hevrikiyên xwe yên li dijî Çarçoveya Hemahengiyê de, ji bo balansa rewatiya olî û cemawerî mifa jê werdigirtin.
Lewma Muqteda Sedr di bersiva “Ayetulah” Hairî de ku ji şîeyan û ji “çavlêkerên” xwe xwestibû ku êdî şêwir û mişêwira rêberê Îranê bikin, gotibû “Necefa eşref cihê lêvegerê ye”, wek nîşanekê li ser lêvegeriya “Ayetula” Sîstanî.
Pir balkêş e jî ku berê di tomarên dengî yên Nûrî Malikî de jî, behsa lêvegereka olî bi navê “Ayetula Mîrza” hatibû kirin ku qaşo fetwaya wî ji bona şer amade ye!
Di dema borî de, guvaşên siyasî û olî li ser rêberê Tevgera Sedr wer zêde bûn ku dibe ku dîtibe pêwîst e careke din bîne bîra hemûyan ku proseya siyasî bêyî wî têk diçe û alozî Iraqê vedigire.
Tişta di rojên çûyî de qewimî, alozî û paşê jî pevçûneke kontrolkirî bû ku di encamê de hêz û şiyana Sedrî ji bo têkdana lîstikan li Çarçoveya Hemahengiyê û tew ji bo kontrolkirina aloziyan jî nîşan da.
Berevajî dîtina ku wiha bawer dikir dê şerekî navxweyî yê mezin yê şîî biqewime, ji pêşî ve xuya bû ku tew heke şer jî biqewime egera mezinbûn û dirêjkişandina wî tune ye, çunke berî her tiştî, Sedr bi rêya “destjikarkişandina” xwe, deriyekî vekirî ji bo kontrolkirina rewşê di destê xwe de hiştibû eynî wek ku kir.
Ayetula Sîstanî jî gotina xwe ya dawî nebilandibû. Her wisa zêdebarî zêdekirina guvaşên siyasî û olî li ser Sedr, hîna hemî aliyên Çarçoveya Hemahengiyê jî li dijî alozkirina zêdetir a rewşê bûn.
Ev ji xeynî ku qet nebe di van demên niha de, palderekî derveyî yê bihêz nebû ji bo ku şerê navxweyî yê şîeyan gurrtir bike. Tew şerê navxwe yê şîeyan dikaribû bandorê li ser bazara petrolê bike. Her wiha dikaribû bandorê li ser bazareke 40 milyonî ya dor û cînarên wê jî pêk bîne ku ne cihê pejirandina civaka navdewletî ye.
Dê niha çi biqewime?
Piştî hilbijrtinê û heya niha, Sedr çend caran derfet da Çarçoveya Hemahengiyê da hikûmetê pêk bîne. Wek moleta 40 rojî, vekişîna ji parlamentoyê û paşê jî nimêja Sedr ku tê de tekez kir ku dikarin hikûmetê pêk bînin, lê çend şert li ber wan danîbû.
Wekî din, Çarçoveya Hemahengiyê bi berbijêrkirina Mihemed Şiya Sûdaniyê ku alîgirên Sedrî wek kopiya duyem a Malikî lê mêze dikir û her wisa bi rêya daxuyaniyekê ku qaşo rê nadin guhertinên ku serokwezîrê vêga Mistefa Kazimî di hin porsên wek dezgeha sîxuriyê û ofîsa xwe da kirin, ew tirs li bal Sedrî mezin kir ku nebe ku piştî pêkanîna hikûmetê, hewldanên Çarçoveya Hemahengiyê yên jiholêrakirina wî zêdetir bibin.
Ev lap ew tirs bû ku berê li nik Çarçoveya Hemahengiyê ji hikûmeteke Sedrî hebû! Ew di wê baweriyê de bûn ku heke Sedr gemê desthilatê bi temamî bigire dest, dê rabe wan qirr bike û ji holê bavêje.
Bi ihtimaleke mezin, piştî qewimînên van çend rojên borî, êdî mijara lihevkirina Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê ji bo hevpariya di hikûmetê de kuta bû û ya ku li asoyê dixuye bi tenê dubarekirina hilbijartinê ye bi egereke mezin.
Di encamê de dê her du alî li ser vê yekê li hev bikin. Ev zêdebarî ku dibe ku alozî heya demeke din jî bidomin. Çunke hikûmet jî were avakirin, dê her tim egera destpêkirina xwenîşandanan û nearamî li holê hebe. Zehmet e jî ku aliyek bikare di şerekî navxweyî de aliyê din ji holê rake.
Zêdebarî ku Sedr devberdana xwe ji siyasetê tekez kir, lê “wezîr”ê xwe di twitterê de vegerand û bi gotina ku “nahêlin destdirêjî li ser xwenîşanderan were kirin” ew peyam da ku dê Sedr bi hêsanî meydanê vala neke!
* Ziryan Rojhilatî Rêveberê Navenda Lêkolînên Rûdawê ye.