Li gor medyaya Tirkiyê, ev karwana nû ya leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ku ji tank, zirxpoş, çekên giran û alavên locestîkî û leşkerî pêk dihat, ber bi deriyê sînorî yê Oncupinara Kilis û Hatayê ve hatiye şandin.
Ew karwanê leşkerî di jêr tedbîrên tund ên ewlekariyê de ber bi sînorê Tirkiyê û Sûriyê hatiye şandin. Di wan demên dawiyê de rojane Artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir bi çek û alavên leşkerî bi rêya sînorê parêzgeha Hatay û Kilîsê dişîne ser sînorê Sûriyê.
Şandina wan hêzên zêde û alavên leşkerî di demekê de ye, ku doh Duşembiyê li bajarê Soçî yê Rûsyayê, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi hev re civiyan û li ser rewşa Idlibê li hev kirin.
Erdogan û Putin piştî civîna xwe ya li Soçiyê ragihandin, ku dê li Idlibê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û opozisyonê de herêmeke bêçek were avakirin.