Veguhestina karwanên leşkerî bo ser sînor berdewam e

Tirkiye berdewam e li ser şandina hêzên xwe yên leşkerî bo ser sînorê Sûriyê, ku ew prose ji sê heftî berî niha ve dest pê kiriye.

Derdora sê heftiyan e, ku artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir ên piştevaniyê dişîne ser sînorê xwe yê hevbeş ê bi Sûriyê re. Artêşa Tirkiyê hêzên nû li sînorên herdu parêzgehên Kilîs li Bakurê Kurdistanê û Hatayê li başûrê Tirkiyê bi cih dike.

 

Şeva bihorî (pêncşembî) 20ê Kanûna 2018ê jî, du karwanên din ên artêşa Tirkiyê, weke hêzên piştevaniyê gihîştin ser sînorî Sûriyê.

 

Ew herdu karwanên leşkerî, ji tank, topxane, zirêpoş û pêdawîstiyên locetîskî û çekên din ên giran û hejmarek serbazên ser bi yekîneya komandoyan pêkhatibû.

 

Karwaneke artêşa Tirkiyê gihîşte parêzgeha Hatayê û li navçeya sînorî ya Kurkhan  ve bo nav axa Sûriyê hate şandin.

 

Herwiha karwaneke din a leşkerî gihîşte parêzgeha Kilîs a Bakurê Kurdistanê û ji wê derê ve ber bi sînorên Rojavayê Kurdistanê hat veguhastin.

 

Ew hêzên nû dê bo navçeyên di bin kontrola Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê de li Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bêne şandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin