VÎDEO - Li Silêmaniyê tîma Rûdawê hat astengkirin

.

Li bajarê Silêmaniyê, tîma Rûdawê ya meşa protestokirina kuştina du rojnamgerên jin dişopand rastî êrişê hat û hat astengkirin.

Tirkiyeyê duh li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kir.

Di encama wê bombebaranê de 2 rojnamegerên Stêrk TVyê Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn canê xwe ji dest da û 6 rojnameger jî birîndar bûn.

Li Parka Azadiyê ya bajarê Silêmaniyê îro meşeke girseyî ji bo protestokirina wê êrişî hat lidarxistin.

Tîma Rûdawê jî ji bo şopandinê çû cihê çalakiyê.

Lê tîma Rûdawê ji aliyê hinek kesên ku wekî aligîrên PKKyê tên zanîn rastî êrişî hat û hat astengkirin.

Di dema êriş birin ser tîma Rûdawê de, hinek rojnameger û serokên du rêxistinên mafên rojnamegeran diparêzin jî li wê derê amade bûn û ew jî bûn şahidê wê yekê.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye