Îro li Kampa Berxwedanê ya ku welatiyên Efrînê ku piştî dagirkirina Efrînê têrikî bajêr kiribûn li vê kampê bicih bûbûn, Efrîniyan Şanda Rûsî ya bo alîkarî hatine kampê, qewirandin.
Di dîmena ku li ser medyaya civakî belavkirî de dixuye Efrînî, ji Rûsiyan re dibejin 'em ne alîkariya we, em Efrînê dixwazin' û ji ber alikariya Rûsyayê ya ji dagirkerên Efrînê re bertek nîşanî Rûsiyan didin.
Tê gotin ev bertek ne cara ewil e, cara sisiyan e Efrînî Rûsiyan ji Kampa Berxwedanê diqewirînin.