Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 450,000 Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 450,000 derbaz kir.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê 450,835 kes kuştine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî 118,175 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi 46,510 mirinên ji vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 42,373 mirinan Brîtanya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Honpkinsê raber dikin ku li Çînê 4,638 kes bi vîrusa korona mirine.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e