Vîrusa Korona Pirtir ji 320,000 Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 320,000 derbaz kir.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê 322,000 kes kuştine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî pirtir ji 91,000 kes bi wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi 35,422 mirîyên ji vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 32,169 mirîyan Îtalya tê.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha 4638 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e