Viyan Dexîl: Hikûmeta Îraqê 155 hezar Êzidiyan dide destê komên çekdar

.

 Berdevka Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide ku, li ser pirsa daxistina kempên awareyan û bi zorî vegerandina awareyan ji bo ser warên wan ji Balyoza Amerîkayê re gotiye ku givaştinê ji bo rawestandina wê biryarê bixin ser Hikûmeta Îraqê. Eger ne, ew dê skalaya qanûnî li ser Îraqê tomar bikin.

Berdevka Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê Viyan Dexîl duhî (Pêncşem, 13.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Li ser pirsa daxistina kempên awareyan û bi zorî vegerandina awareyan ji bo ser warên wan, em bi Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski re civiyan. Me di wê civînê de jî ew biryara Hikûmeta Îraqê wekî biryareke gelek bilez û venekolayî wesifand, ku Hikûmeta Îraqê dixwaze li roja 30.07.2024ê kempan dabixe bê ku rê xweş kiribe û taybet ji bo xelkê Şingalê, bê ku ji xwe bipirsin ka ew xelk çawa vebigere Şingalê ku heta niha xizmetkarî û avedanî û ewlehî li wê derê nîne, herwesa komên cuda cuda yên wekî PKK û Heşda Şebî jî li Şingalê hene.”

Viyan Dexîl herwesa got, “Êzidî bikom hatin kuştin, kiç û jinên wan hatin revandin û piştî deh salan ji wê zehmeta wan li kempan birî, dê bi zorî ji bo Şingalê bên vegerandin û kempan dê bên daxistin, di demekê ku çi kar û ked li Şingalê nîne, xanî nînin, rê û nexweşxane û dibistan û çi bingeheke jiyanê li wê derê nîne, xasma jî li başûrê Şingalê.”

Navbiriyê amaje jî da, “Hikûmeta Îraqê gelek bi hêsanî 155 hezar awareyan dide destê komên çekdar ku hêşta lihevkirina Şingalê nehatiye bicihanîn.”

Berdevka Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê eşkere jî kir, “Me çend caran Balyoza Îraqê û balyozên welatên din jî dîtine û me danûstandin pê re li ser arêşe û aloziyên awareyan kiriye ji bo ku bikarin givaştinê bixin ser Hikûmeta Îraqê û baweriyê jê re çê bikin ku biryareke bilez daye, herwesa biryareke rast û vekolayî nîne ji ber ku piştî ku ew karesat li ser destê DAIŞê bi serê wî xelkî hat, niha bi awayekî gelek xirabtir dikevin bin destê komên çekdar.”

Viyan Dexîl ragehand, “Balyoza Îraqê soz da ku bizavê bi Hikûmeta Îraqê re bikin ji bo ku pirsa vegerandina awareyan paş bixin, heta bingeheke baş a jiyanê ji bo wî xelkî dabîn dikin.”

Navbiriyê ron jî kir, “Em dixwazin ew xelk bi rêzdarî vebigere ser warê xwe, ne ku vebigere Şingaleke wêran.” Herwesa got, “Me ji Balyoza Amerîkayê re got ku eger Hikûmeta Îraqê li ser daxistina kempan rijd be, em neçar in ku skalayê pêşkêş bikin û amajeyê bi wê yekê bidin ku ew pirs li dijî mafên mirovan e.”

 (K24) 

Kurdistan Haberleri

Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin
Elî Teter: Şûnwar dîroka gelê me vedibêjin
EFRÎN - Dest datînin ser mal û milkên jinebiyan
Arif Qurbanî: Pereyên Amerîkayê bidin bi dronan
Xelatgirê ‘Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî’ bû Perwîz Cîhanî