Serokê Rûsyayê Vladimir Putin qeyyûm danî ser şaxa şîrketa Anadolu Efesê ya li Rûsyayê ku şîrketa Tirkiyê ye û bi biryara Putin re parên borsayê yên Anadolu Efesê %10 daket. Anadolu Efes 11 fabrîkên wan li Rûsyayê hene.
Şaxên şîrketê yên ku qeyyûm danîne ser wan, AB InBev û Efes BV ne. Wekî demkî, şîrketê dan bin desthilata rêxistina "GK Vmeste" ê.
AB InBev Efes, li Rûsyayê 11 fabrîkên wan û 3 tesîsên wan yên maltê hene û li seranserê Rûsyayê yek ji sê hilberînerê bîrayê ye. Hat gotin ku qeyyûm di çarçova ku Rûsya dixwaze temamê hilberîna bîrayê bixe bin destê dewletê hat nîşandan.