Von der Leyen: Divê Ewrupa ji Îtalya Lêborîneke ji Dil Bixwaze

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen dîyar kir ku divê Ewrupa ji Îtalya ‘’lêborîneke ji dil’’ bixwaze.

Navenda Nûçeyan - Von der Leyen li Parlamana Ewrupa da zanîn ku Îtalya di rojên pêş yên vîrusa korona de alîkarî xwestîye, lê pir kesan destê xwe dirêjî wê nekirîye.

‘’Bo em vê şewbê têk bibin divê em berî her tiştî samîmî bin. Duristbûna sîyasî jî di nav vê de ye’’ Von der Leyen got.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îtalya bi qasî 170,000 pêketîyên vîrusa korona hene û 22170 kes bi wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e