Metîn Kemal Kahramanî ji bo biryara qedexekirinê ya Walîtiya Mûşê gotiye: "Biryara qedexekirinê li ortê nîne; guncav nedîtiye."
Derket holê ku Walîtiya Mûşê ji ber “guncav nedîtiye” qedexe kiriye.
Metîn Kemal Kahraman wê 17ê Gulanê li Salona Konferansê ya Mala Dersdaran a Mûşê konserek bida lê Walîtiya Mûşê konser qedexe kiribû.
Roja 16ê Gulanê ji Walîtiyê telefonî şîrketa organîzasyonê dike, kirine û gotine ku wan konser qedexe kiriye.
Metîn Kemal Kahramanî daxwaz kiriye ku sedema qedexeyê ji wan re aşkere bikin. Walîtiya Mûşê duh (17ê Gulanê) nivîsa derbarê biryara qedexeyê de ji Metîn Kemal Kahramanî re şandiye. Nivîs li ser navê Alîkarê Waliyê Mûşê Hasan Taşî ve hatiye niîsandin û tê de hatiye diyarkirin ku wan “guncav nedîtiye”û konser qedexe kiriye.
Her weha digel ku biryara qedexekirinê di roja 16ê Gulanê de bi rêya telefonê ji Metîn Kemal Kahramanî re hatiye ragihandin, di nivîsê de dîrok 17ê Gulanê hatiye nivîsandin. Di nivîsê de her weha hatiye nivîsîn ku Metîn Kemal Kahraman dikarin li cihekî din ên şaredariyê konsera xwe pêk bînin.
Metîn Kemal Kahramanî daxuyaniyek weşandiye û gotiye, sedema qedexekirina konsera wan û ya Aynûr Doganê heman sedem in ku ew jî “guncav nedîtin e”.
Metîn Kemal Kahramanî di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku biryara qedexekirinê nîne lê ev biryara kêfî ya Walîtiyê ye: “Bi vê mijara guncaviyê re dixwazin vê bibêjin; “Li holê biryareke qedexekirinê nîne, guncav nedîtin heye. Yanî Mala Dersdaran avahiyeke dewletê ye û bi walîtiyê ve girêdayî ye û walîtî bi vebijarkeke kêfî ji me re dibêje ‘em we layiqî vî cihî nabînin; li ti cihên aîdî dewletê cih ji we re nîne. Lê ger hûn bixwazin, hûn dikarin di dema dawî de li saloneke şahiyê konsera xwe pêk bînin’. Ba e kîjan saziye ku biryar daye û wê muhatab were girtin? Gelo Midûriyeta Emniyetê ya bajêr e? Yanî biryar ne biryara qedexekirinê ye lê hewce bike wê bi rêya hêza polîs û leşkeran were bicihanîn.
“Em li vir dixwazin bi aşkereyî bibêjin, em şagirtên rêbaza baweriyeke kevnar, zimanekî kevnar ên hezar salî ne. Jiyana me bi vê şagirtiyê derbas bû, ji niha û pê de jî heta em bijîn wê bi vî rengî derbas bike.”