Rewşa awarte rûyê xwe nîşan da walîyê Diyarbekrê hemû civîn û xwepêşandan, daxuyanîyên çapemenîyê û meş qedexe kirin.
Di malpera resmî ya walîtîya de daxûyanîyek hatîye belavkirin
Daxuyanî weha ye:
”Bi armanca parastina ewleyîya milî, duzena giştî, pêşîlêgirtina sûckirinan, tendurîstîya giştî û ahlakê giştî ya jî parastina maf û azadîyên ên kesên din; li gor xala 12 a Qanûna hejmara 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandan û li gor xala 11 a Qanûna 2935 a Rewşa Awarte li navenda wilayata me ji 15.08.2016ê pê ve li meydanan stand vekirin, çadir danîn, daxuyanîyên çapemenî, çalakîyên rûniştinê, xwepêşandin û bi her hawî civîn û meş heta fermaneka din hatine qedexekirin.”