Walîyê Diyarbekirê: Otomobîlên polîsan û zabiteyan dikarin anonsên kurdî bikin

.

Walîyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ragihand ku di çarçoveya agahdariyên bo tedbîrên pêşîgirtina vîrusa koronayê de, otomobîlên polîs û zabitayên şaredariyê dikarin bi zaravayên Kurdî yên kurmancî û zazakî anonsan bikin.

Walîyê Diyarbekirê di civîna derbarê metirsiya hatina pêla duyem vîrusa koronayê de ku bi qeymaqam, berpirsên emnî û midurên tenduristiya navçeyan re pêk anî de, diyar kir ku ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê otomobîlên polîsan û zabiteyan dikarin bi zaravayên kurmancî û zazakî anonsan bikin.

Karaloglu destnîşan kir ku pêla duyem a koronayê teqez wê pêk were û divê tedbîr û kontrol werin zêdekirin li seranserê bajêr.

Herwiha walîyê Diyarbekirê ji rayedaran daxwaz kiriye ku di heyama qedexeyên qismî de nehêlîn astengî li ser ajalvanî, hilberîn û çandiniyê çêbibe.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne