Çend roj berê şandeka Tirkiyê çûbû Amerîka da ku li ser kirîz û kêşeyên ku li ser girtina Keşayê Amerîkî Andrew Brunson di navbera wan de derketine, gotibûbêj bikin.
Li gorî agahiyan, duhî yekemîn civîn di navbera her du aliyan de pêk hat.
Lê rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journal ragihandiye, di wê civînê de ti encameke baş derneketiye û ti rêkeftin jî pêk nehatiye ji ber wê jî îhtimal heye Amerîka cezayên din jî bi ser Tirkiyê de bisepîne.