Hevserokên Giştî yên HDPyê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir û hevşaredar pîroz kirin.
Di serdanê da hevserokan li ber şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê.
Ewil Hevşaredara Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û got: "Qeyûm 1 milyar û 108 milyon, 556 hezar deyn li pey xwe hiştiye."
Temellî jî, têkildarî talan û deynên qeyûman jî axivî û wiha got: ''Tiştekî ku em veşêrin tine. Şaredarên me yên dema bihurî girtî ne, hûn nikarin sûcê wan ê bi qirûşekî bibînin, dema qeyûm a 29 meh in, dema sûc e. Em careke dî dibêjin, werin dema bihurî kontrol bikin, werin her roj kontrol bikin. Li Wanê milyarek û 108 milyon TL deyn li pey xwe hiştin. Li Amedê tonek û 600 kîlo qedayîf xwarin e. Li Mêrdînê jî 2 milyon TL çerez xwarine. Li van deran bi milyaran pere xwarine. Ne helalbe û kerafî ve li we."
(MA)