Washington: Em bawer nakin kesek ji qezaya balafirê rizgar bûbe

.

Li nêzîkî balafirgeha Ronald Reagan a li eyaleta Washingtonê ya Amerîkayê, îro 30yê Çile li gorî saeta herêmî 21:00ê balafireke 60 rêwî tê de bûn û helîkoptereke leşkerî li hev qelibîn û ketin û ketin nav çemê Pocatoyê.

Herî dawî Şefê Îtfaîyeya Washingtonê John Donnelly, ragihand ku ew bawer nakin ti kes ji wê qezayê rizgar bûbe û got, "Em niha bawer nakin ti kesek rizgar bûye. Ji balafirê termên 27 rêwîyan û ji helîkopterê yê kesekî hatiye dîtin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî piştî qezaya balafirê li ser hesabê xwe yê Truth Social gotibû, “Balafir li ser rêya xwe ya normal bû û nêzî daketinê bû, lê helîkopter demeke dirêj ber bi balafirê ve diçû. Ev jî di demekê de bû ku şev ronahî bû, çira vêketibûn, çima helîkopter neçû jor û daket! Çima birca kontrolê li şûna ku bêje wan balafir dîtiye, helîkopterê hişyar nekir û jê re negot çi bike.”

Serokê Amerîkayê diyar kir, “Ev rewşeke xirabe û diviyabû pêşî lê bihata girtin û ev nebaş in.”

Piştî bûyerê lêkolîna berfireh di derbarê qezayê de hatiye destpêkirin û geştên balafirgeha Ronald Reagan jî hatine rawestandin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e