Tirkiye: Serokê MHP(Partîya Hereketê ya Nasyonalperest) Dewlet Bahçelî li ser referandûma başûrê Kurdistanê beyanek daye û gotiye; ”Ger Iraq perçe bibe dê teysindina wê ya herî mezin li Tirkiyeyê bihê hîskirin.
Bahçelî di berdawamîya beyana xwe de gotîye; "Dê Barzanî di 25ê Ilonê de referandûma serxwebûnê li dar bixe; navê vê ya rezalet e, melanet e û îxanet e. Ger Iraq perçe bibe dê teysindina wê ya herî mezin li Tirkiyeyê bihê hîskirin. Divê ji vê re destûr neyê dayîn û çav neyê girtin.”