Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin

.

Hate ragihandin ku Amerîkayê biryar daye bombeyên atomî jî li balafirên pêşketî yên F-35an bên montekirin.

Berdevkê Bernameya Hevkariya F-35an Russ Goemaere ragiihandiye ku sertîfîkeya montekirina bombeyên nukleerî bo F-35Ayan hatiye dayîn.

Li gorî nûçeya weşana berevaniya Amerîkayê Breaking Defense, Goemaere gotiye, bernameya sertîfîkeya 10 berê ji aliyê serokê berê yê Amerîka Barack Obama ve hatibû destpêkirin 12ê Cotmeha borî temam bûye û biryara  hilgirtina bombeyên atomî bo F-35Ayan hatiye pesendkirin.

Bi vî awayî F-35A dibe yekem balafira nifşa 5emîn a mafê hilgirtina bombeyên atomî distîne.

Amerîka Haberleri

Konsulê Ermenistanê: Herêma Kurdistanê nasnameya Ermeniyan û çanda wan parastin
Mark Carney sond xwar û bû serokwezîrê Kanadayê
Li Sûriyê goreke din a komî hate dîtin: 50 term tê de ne
Axaftina xatirxwestinê ya Biden: ‘Baweriya xwe biparêzin’
Encumena wezîran ya Iraqê biryara Kerkûkê da: Wê serjimêra sala 1957an esas be