Wê dokûmentera Sedam a derhênerê Kurd li welatê Ereb bê pêşandan

.

Fîlmê dokumenterî ‘Veşartina Sedam’ yê derhênerê Kurd Helkewt Mistefa di çarçoveya 77emîn Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Cannesê de, wê li 14 welatên Erebî bê pêşandan.

Mistefa ragihand ku mafê pêşandanê yê fîlmê wî ji aliyê kompaniyeke Lubnanî ve hatiye kirin û wê li 14 welatên Erebî jî bê pêşandan.

Helkewt Mistefa yê ku li Norwêcê dijî, kêfxweşiya xwe ya bo pêşandana fîlmê wî li hemû welatên Erebî anî ziman û got, ew hêvî dike ev pêngav rê li ber fîlmên derhênerên Kurd veke.

Fîlmê dokumenterî yê derhênerê Kurd ê bi navê “Veşartina Sedam Huseyîn” li ser çîroka kesê bi navê Alla Namiq ê di sala 2003yan de tevî ku 150 hezar leşkerên amerîkî li pey Sedam bûn, wî ew 235 rojan veşartibû hatiye çêkirin.

Fîlmê ‘Veşartina Sedam’ yekem car rojên 15, 16 û 18ê Mijdara 2023yan li Amsterdam a Holandayê hatibû pêşandan.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye