Wê du welatên din ên misilman bi Îsraîlê peymanên aştiyê çêkin

.

Hat ragihandin ku piştî Îmarat, Sûdan, Behreyn û Mexrîbê amadekarî tê kirin ku du welatên din bi Îsraîlê re peymanên aştiyê yên asayîkirina têkiliyan çêkin.

Çavkaniyeke dîplomatîk ji rojanemaya Jerusalem Post a îsraîlî re ragihandiye ku piştî welatên erebî Îmarat, Sûdan, Behreyn û Mexrîbê du welatên din ketine dorê ku bi Tel Avîvê re pêwendiyên xwe asayî bikin.

Rojnameyê herdu welatên di dorê de wekî Umman û Endonezya nîşan dane ku çavkaniyê herwiha daye xuyakirin, dibe ku proseya asayîkirina têkiliyan bi wan welatan re beriya 20 Çileyê 2021ê ku Serokê Amerîkayê yê niha erka xwe dewrî serokê nû bike pêk were.

Hêjayî gotinê ye, wezîrê îstixbarata Îsraîlê Elî Cohen jî ew yek piştrast kiriye û ji radyoya artêşê re ragihandiye ku welatê Endonezya ku xwedî serjimariya herî zêde ya misilmanan e di dorê de ye.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes