Wê guherîn di hikûmeta Ebdulmehdî da bihêne kirin

Çavkaniyeke nêzîkî hikûmeta Iraqê aşkere kir ku wê guherîn di hikûmeta Adil Ebdulmehdî da bihênekirin. Herwiha tê aşkerekirin ku wê çend wezîr ji kabîneyê bihêne derxistin.

Çavkaniyeke nêzîkî hikûmeta Iraqê aşkere kir ku wê guherîn di di hikûmeta Adil Ebdulmehdî da bihêkirin. Herwiha aşkere kiriye ku wê çend wezîr ji kabîneyê bihêne derxistin

Medyaya Iraqê li ser zimanê çavkaniyeke hikûmeta Iraqê belav kiriye ku Adil Ebdulmehdî wê piştî Cejna Qurbanê dest bi guherînê di kabîneya nû da bike û bi wê armancê rêkeftin ligel kutleyên Parlementoyê jî hatiye kirin.

Ligor zanyariyan ji ber nerazîbûna çend aliyên siyasî wê ew guherîn bihêne kirin û herwiha bi rêya wê guherînê jî wê ew wezaretên ku gazinc li ser wan hene bihêne karatirkirin.

Herwiha amaje bi wê yekî jî hatiye kirin ku wê 4 wezîr di kabîneya Adil Ebdulmehdî da bihêne guhertin.Herwiha ligor zanyariyan dosyayên gendeliyê jî li ser wan her  wezîran heye.  

Cihê behsê ye ku ji roja destbikarbûna kabîneya Adil Ebdulmehdî rexne li ser hikûmetê hene  û hewlên yekser û ne yekser bo rûxandina wê kabîneyê çend caran hatine aşkerekirin. Di parlementoya Iraqê jî da ti kutleyek tuneye ku parastinê li hikûmetê bike.

Siyaset Haberleri

NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt