Amadekirin û nivîsandin bi tîpê latînî: Ednan Bedreddin
Wefayî (Mîrza Ebdulrehîm Sablaxî), li sala 1844an li bajarê Mehabadê ji dayik bûye. Ew helbestvanekî navdar ê kurd e ku bi zîrekbûna xwe di warê helbest û zimanê kurdî de tê nasîn. Perwerdeya xwe ya seretayî di zanistên ayîna islamê û zimanê erebî de li Mehabadê bidawî kiriye, li wir jî bawername "îcazetnama" melayetiyê wergirtiye. Lê belê, ew bi taybetî wek helbestvan hatiye naskirin, gelek caran bi tenê weke "Mirza" hatiye binavkirin.
Wefayî çend caran dilxwaz an jî ji bêçarî cihê jiyana xwe guhestiye. Ew demekê li silêmanî maye. Demeka dirêj jî li ba rêberê siyasî û olî yê naskirî Şêx Ubeydullah Nehrî maye û weke sekreterê wî xebitiye. Serokê kurd ê navdar yek ji evîndarên berhemên Wefaî bûye û cihekî teybet di dîwana xwe de jibo wî terxan kiriy.
Wefayî sê caran çûye Hecê û tê bawerkirin cara dawî li gel çend kesayetiyên kurd ên navdar ku yek ji wan helbestvan û rewşenbîrê kurd Pîremerd bûye. Her di vê serdanê de, ku dibe di sala 1902 an de rûdabe, Wefayî jiyana xwe bi sedema nexewşiya "kolêra" ji dest daye.
Di Helbestên wî de babetên bêrîkirin, evîn, pesindana ciwaniya xwezaya welat û kul û derdên moirovan û xebata wan jibo başkirina jiyanê hene. Wefayî yek ji navên diyar yên helbest û tora kurdî ye û bandora wî li ser helbestavên ku piştî wî ala çanda kurdan bilnd hiştin û bi taybetî mamosteyê helbestê yê mezin Hejar Mukriyanî heye.
Wefayî yek ji sîmbolên helbesta kurdan e û ew dê her stêreka geş di azman û tora kurdî de bimîne.
Şîrîn Teşî Derêsê
Tayekî rîşeyî dil be nûkî xemze dada
Destekî bo sema bird rûbendî mahî lada
Nafey gulî e'yan bû e'trî be dem seba da
Barîk û lûs û nasik, du zulfî xawî bada
Wek şaxî gul be lada, şîrîn teşî derêsê.
Be e'îşwe zulfî lada, le ser e'izar û zarî
Dugmey yexey tiraza, bizût hewrî beharî
Ke şew beyanî berda, gul û wenewşe barî
Selay le aşiqan da, baxî gul û henarî
Dunya be intîzarî, şîrîn teşî derêsê
Ke kewte çerx û gerdîş teşî be destî rengîn
Hewday le lêw û dem da, xurşîdî sîne nesrîn
Semay be "Zûzeneb" da, "Keffulxezîb" î şêrîn
Girtî xetî "medarat", şefeq be "e'qdî Perwîn"
Sêhrêka bo dil û dîn, şîrîn teşî derêsê.
Le banî nareqî reşt le pêkenînî zarî
Be xende xunce gul bû, gulawî lê debarî
Wutim: Berfrmû bo ser du çawî min be yarî
Ba çawî min bibînin, Tilêsm û sêher karî
Ke serûyî coybarî, şîrîn teşî derêsê.
Ke zulfî kewte ser rû, hemû xetay be çîn da
Xeramî tawusaney beserwy nazenîn da
Spêdeyî beyanî be baxî yasemîn da
Fenayî pir beqa bû, demî le pêkenîn da
Sed afetî le dîn da, şîrîn teşî derêsê.
Nûkî teşî be gerdîş, qutbêke çerxî pêwe
"Mecerre" bû be dawî ke çerxî kewte nêwe
Wek "Zuhre" destî kêşa ke bendî qewsî Zêwe
Estêre mahî dagirt sabit kira be pêwe
Nareq be rû be rêwe, şîrîn teşî derêsê.
Yexey krasî laçû pişkût be herdu lêwan
Gul û şeker debarî le kuçebaxî sêwan
Zulfî ke lada, kulmî wederkewt le nêwan
Şems û qemer helatin dwênê be nwêjî şêwan
Aşiq dekewtne kêwan, şîrîn teşî derêsê.
Ke destî bird û hêna, be dulberî be tada
Weçerxî xist û cêray be ranî safî dada
E'yan bû penceyî roj be "Xettî Îstwa" da
Be subhî sadiq nengot "Zeneb" le nêw sema da
Heyret le "ma sîwa" da, şîrîn teşî derêsê.
Dilêyî le nîweşew de spêdeyî beyane
Qedî gul û demî gul, du memkî qûtî giyane
Le baxî yasemîn de şikoveyî gulane
Beharî bê xezane, şîrîn teşî derêsê.
Ke kewte çerx û gerdîş teşî be ranî lûsî
Dekewte baybûsî du zulfî abnûsî
"Zeneb" le mangeşew de dehate çaplûsî
Le ban beyazî gerden be xettî xoş nûsî:
Mehtabe paybûsî, şîrîn teşî derêsê.
Du zulfî çîn be çîn kird, ke nafeyî xetaye
Du memkî xiste ser liq, henarî dilgûşaye
Be xende çerxî pêda ke şewq û neş'e waye
Be nukte pê nîşan dam, sema le ser hewaye
Hemû işare waye, şîrîn teşî derêsê.
Şikova wa helista, le zêr û zêw hûbabî
Le kewserî beheştê, derûnî pir kirabî
Xir û letîf î nasik, bilûrî xûdnûmabî
Be curmî nukî derzî, le nîwî derzî dabî
Diyare serwî wabê, şîrîn teşî derêsê.
Qûtûyî lu'liyane le zêwî darjawe
Be terzî dirzî derzî le xowe dirzî dawe
Le ber nezaketî roj, rewaqî dadrawe
Lebaleba le hikmet, le şehdî helkrawe
Be mey e'yan kirawe, şîrîn teşî derêsê.
Be daûdil ke sosin le xuncegul yereq bu
Be hatûçoy semawe gulî wereq werq bû
Şeqayêqekî şeq bû, şeqayêqê ke şeq bû
Be e'areqî e'rûqî ke serxoşî ereq bû
Be mey çi mustheq bû, şîrîn teşî derêsê.
Şîfay cerahatî dil nebû ke teşî restî
Şesperî xawî xoy bû, wa deperî le destî
Hetîwî keleşeq zû, be dawî hîle bestî
Le tawî hatûçoda, be lêwî xunce kestî
Be roh û dil, be qestî, şîrîn teşî derêsê.
Demî le bîrexewde cemalî wim be dil dî
Du çawî mest û kalim wekû xezalî sil dî
Egerçî newbeharim be rengî baxî gul dî
Henarî newresîdem şikaw û xaw û bil dî
Gulim le xak û gul dî, şîrîn teşî derêsê.
Wutim: Çi bû nemamim! Be xal û xet nemawî?
Wekû behar û sunbul belaw û têkşikawî
Wutî: Gulaw pîsbûwe, şikovegul, gulawî
Be gerdîş û semawe, sitareyî semawî
Be serçû çawirawî, şîrîn teşî derêsê.
Meken men'î "Wefayî" ke xaw û dil belawe
Be daûdil, dilî xoy be dawî zulfî dawe
Serêke mestî naze, dilêke boy nemawe
Dilim heqî be deste, fetway serim dirawe
Ebem xezale çawe, şîrîn teşî derêsê.
Çawrêyî Mujdeyî Nesîmim, Ta Le Gulşen Dêtewe
Çawrêyî mujdeyî nesîmim, ta le gulşen dêtewe
Belke fermayiş bike gul, bulbulum ba bêtewe
Wa we'îdî befrî zistane û fîraqim kewte dil
Mer be bay we'dî wîsalit kêwî dil reş bêtewe
Mîrwehî zulfit le dewrî awirî rût bê çilon
Awirî e'şqit be awî çawî min dekujêtewe
Sûçî zulfit bû ke perwaney dilim rûy kirde rût
Agirî weslî şem û perwane şew dekrêtewe
Xettî mihr û zulf û xalî huccetî mulkî dile
Neqşî ew muhre be awî "Xurxure" naçêtewe
Kêwî hicret xiste ser şan û dilim pêxistiwe
Ta nega destî be zulfit zehmete hestîtewe
Sed keret xistmete gêjî mehlekî behrî fîraq
Axirî qullabî mûjganit derim dênêtewe
Mezree'y mîhr û mehebbet tuxmî weslî şîn nekird
Gul be şadî wa deçênim, xarî xem dertêtewe
Xot dezanî muddetêke ser û pamalî cefam
Key wekû neqşî qedem ser ême zêrî bêtewe
Dil ewe kewtûte zîndanî xem û qurbantim
Tayêkî zulfit binêre belke bom derbêtewe?!
To Xuda takey le tarîkî şewî hicranî to
Dest û ejno dabinîşim, Rebbi key roj bêtewe?!
Bê îşarey "hikmuhul e'înû" şîfat naye şîfam
Xot dezanî zamî dûrî sextet xoş nabêtewe
Fikrî min çunke deqîqî e'aşiqî qeddî ewe
Mû le mû gîrawe, çi bkem lêk cûy nabêtewe
Naxoş û Mestî Du Çawî Kalim
Naxoş û mestî du çawî kalim
Heqem be deste eger binalim
Be xemzey çawit be xendey zarit
Birdiyan be xaret xew û xeyalim
Fermût çilonî çi blêm ezîzim
Dûr le zulfî to, kafir be halim
Seba dexîlim heta ku mawim
Bilê be zarî biro bexalim
Demêkî ba bê daway dilim ke
Be çawakanî gelê bêhalim
"Wefayî" çî dît le ser bigêrê
Nema le ser to ne ser na malim
Ta Badî Xezan Daye Gul û Bergî Rezanim
Ta badî xezan daye gul û bergî rezanim
Sed çê weku bulbul le cege daxî xezanim
Wek bergî gulim dî ke be ba çû be esîrî
Kir kewtim û şêtbûm, hepasbûm, lal bû zubanim
Qumrî were heta demrîn pêkewe bigrîn
Tu serwî rewanet çûwe , min rohî rewanim
Bulbul were ta rohî min û toye binalîn
To baxî gulanet çû, emin daxî dilanim
Ke min sirrî dem û e'şqî miyanî nedezanî
Eşkim bûye xemmazî hemû razî nîhanim
Işim hemû nalîne le îşî dilî rêşim
Karim hemû giryane le ber derdî giranim
Bo gerdenî to bûme esîrî serî zulfit
Min morxî şebawêzim û e'aşiq be beyanim
Can bexşe delên maçî demit wextî tebessum
Ta key bimrim mue'cîzey em sirre nezanim
Cezbey nîgehit nehêştim – be biroy to –
Qiblem çûwe ta mestî meyî pîrî moxanim
Fermûyî: Le gel hatim eto roh bide, çawim
Sa saqî, de camê ke herwa nîgeranim
Çawit be nîgehkirdin û zarit be tebessum
Hatin be temay e'ql û dil û canim
Ew deste siwarêke, emîş taze beharê
Ew raw û şikarêke, minîş kas û nezanim
Kêw hate seda û nale be hawarî "Wefayî"
Carêkî le to karî nekird, ah û fuxanim