Welatî ji ber qutkirina elektrîkê bi gilî û gazin in: ‘Li pêşiya me hilbijartineke din jî heye’

.

Welatiyan rêya sereke ya Mêrdîn-Rihayê girt û li ser rê lastîkên otomobîlan şewitandin.

Welatiyên ku nerazîbûna xwe nîşan da, got, “Li pêşiya me hilbijartineke din jî heye.”

Qutkirina elektrîkê, cotkarên navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê hêrs kiriye û wan bi vê çalakiyê nerazîbûna xwe nîşan da.

Welatiyan herwiha li ber Dadgeha Serê Kaniyê li dijî DEDAŞê xwepêşandek kir.

Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) li gundên Ebas, Yoncali û çend gund û taxên din ên navçeyê zêdetirî 2 hefteyan e ku elektrîka welatiyan qut kiriye.

Welatiyan jî piştî ku DEDAŞê elektrîk qut kir, berê xwe da dadgehê daku di warê yasayî de giliyê kompanyayê bikin.

Ew bang li parlamenterên Rihayê jî dikin ku dengê wan bigihînin aliyên pêwendîdar.

“Ev şerefa parlamenterên Rihayê ye”

Welatiyê ji navçeya Kaniya Xezalan li ser qutkirina elektrîkê got:

“Hûn halê milet dibînin. Ev şerefa parlamenterên Rihayê ye. Li Serê Kaniyê li pêşiya me hilbijartineke din jî heye.

Şarêdarê Serê Kaniyê, hefteyek e, hezar û 500 kes bêav û nan e. Hemû xwarinên me yên di dolaban de xirab bûne û me avêtine ber kûçikan.”

Qutkirina elektrîkê metirsiyê li ser jiyana nexweşên kronîk jî çêdike. Bi taybetî li ser wan nexweşên ku girêdayî makîneyan in.

Li vê mala li taxa Yoncaliyê ya Serê Kaniyê 2 nexweş hene û xwediyên malê dibêjin ev 5 roj in elektrîka wan nîne.

Ne tenê li gund û navçeyan li navenda bajêr jî elektrîka welatiyan bi hincetên cuda tê qutkitrin.

Welatiyekî ji navenda Rihayê jî li ser qutkirina elektrîkê anî ziman:

“Li Rihayê germahî zêdetirî 50 pileyî ye. Ez nexweşekî kronîk im. Nexweşiya şekir bi min re heye. Ez baypass bûme. Li ser gurçikên min kîst heye. Prostat û tansiyona min heye û ez van hemû dermanan dixwim.

Dema di bin germahiyê de dimînim pirsgirêk ji min re çêdibin. Klîma û pank kar nakin. Televîzyon û sarkera min ji nav çûne. Kî dê vê zerera min qerebû bike? Ti berpirsek nîne li hemberî DEDAŞê tedbîrekê wergire.”

DEDAŞ kelekela havînê ter û hişk bi hev re dişewitîne

Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê (DEDAŞ) xelkê bi wê yekê tohmetbar dike ku deynê xwe nadin û elektrîkê bi awayekî qaçax bi kar tînin.

Bi vê hincetê jî li hinek taxên Serê Kaniyê bi temamî elektrîk li ser xêlkê qut kiriye lê welatî jî dibêjin divê DEDAŞ vê kelekela havînê ter û hişk bi hev re neşewitîne.

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'