Welatiyekî Fransî bi sûcdariya qirkirina Êzidiyan tê darizandin

.

Dadwerê lêkolînê yê Parîsê biryara darizandina welatiyekî Fransî ku bi jenosîda jinên Êzidî tê tometbarkirin, da.

Dadwerekî lêkolînê di beşa Tawanên li Dijî Mirovahiyê ya Dadgeha Parîsê de, duhî 9ê Cotmehê biryara darizandina Sabrî Seyid, ku sala 1984 de li Toulouse ji dayik bûye û bûbû çekdarekî radîkal, da.

Dadwer got, guman hene Sebrî Seyîd sala 2018an li Sûriyeyê hatibe kuştin, ku wî di di navbera 2014 û 2016an de li Sûriyeyê tawanên li dijî mirovatiyê pêk aniye. 

Dadwer amaje bi wê jî kir, li gorî belgeyên berdest, 4 jin û 7 zarokên Êzidî ji aliyê Sebrî Seyîd ve hatine kuştin.

Li gorî belgeyan, reftarên Sebrî Seyîd dişibin reftara DAIŞê, bi taybetî kirîn û firotina jin, keç û zarokên Êzidî, girtin, kolekirin û destdirêjiya li ser wan.

Tevî gotegotên li ser kuştina gumanbar Sebrî Seyid, Dadgeha Parîsê dikare wî bi awayekî negirtî darizîne, ji ber ku ti delîlên mirina wî tune ne.

Desthilatdarên Swêdê jî roja 19.9.2024an tometa jenosîdê û şerê metirsîdar ê li dijî jin û zarokên Êzidî li Sûriyeyê daye pal jineke Swêdî, ku navê wê Lîna Leyna Îshaq e û 52 salî ye.

Desthilatdarên Swêdê amaje jî da, “Lîna Leyna Îshaq di dema navbera salên 2014 û 2016ê de li Reqeya paytexta DAIŞê gelek tawan dijî mirovahiyê xasma li dijî jin û zarokên Êzidî kirine.”

Serdozgera Giştî ya Bilind a Swêdê Rîna Dîvgon jî li ser vê mijarê di ragehandinekê de got, “Ev cara yekê ye tawanbarên DAIŞê ku li dijî Êzidiyan tawan kirine li Swêdê tên darizandin.”

Teroristên DAIŞê li roja 3ê Tebaxa 2024an êrîş kir ser Şingalê û Êzidiyên Şingalê û wê deverê jenosîd kirin. Di wê êrîşê de, teroristên DAIŞê zêdetirî 6500 jin û zarokên Êzidî revandin û zêdetirî 350 hezar kesên din jî awareyî kempên Herêma Kurdistanê bûn. Herwesa nêzî 2500 Êzidiyan jî heta niha winda ne.

K24

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir