Welatiyekî Kurd di girtîgehên rêjîmê Şamê di bin eşkenceyê de hat kuştin

.

Kurdekî ji Efrînê ku ev 7 meh in ji aliyê rejîma Sûriyê ve li Şamê girtî bû, di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand, welatiyê sivîl ê Kurd Mistefa Şêxo Bekir ê li gundê Coqê yê Efrînê di 15’ê Tebaxê de di encama îşkenceyên giran li zindaneke rejîma Sûriyê li Şamê jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn, asayîşa rejîmê zext li malbata Mistefa Şêxo Bekir kirin û bi darê zorê termê wî li goristana bajarokê Qetana ya gundewarê Şamê veşart.

Li gorî agahiyên ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ve hatin parvekirin, Mistefa Şêxo Bekir (55) ku zêdetirî salekê ye li gundê Cercîr ê herêma Kelamûn a bakurê Şamê dijî, di 1ê Sibatê de li Şamê bi xwe re hatiye desteserkirin. Dema diya wî bi 30 milyon lîreyên Sûrî hat berdan, Mistefa birin navendeke ewlehiyê li Şamê.

Ji aliyekî din ve, Human Rights Watch û rêxistinên din ên mafên mirovan, Serokê Sûriyê Beşar Esed û rêjîma wî tometbar dikin ku di şerê navxweyî yê 12 salan de li Sûriyê bi awayekî sîstematîk îşkence û kuştina dijberên xwe di zindanan de dikin.

Herwiha li gor amarên Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, rejîma Sûriyê zêdetirî 215 hezar kes di zindanan de girtiye bêyî ku nav û cihê wan û çarenivîsa wan eşkere bike.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e