Welatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ji yasaya nû ya "Erkê Xweparastinê" nerazî ne û dibêjin, nedibû cudahî di navbera pêkhateyan de hatiba kirin û tekez dikin, bi vê yasayê xortên Kurd careke din mexdûr bûne û daxwaz dikin, cudahiya temen di navbera navçeyên Kurdî û Erebî de nemîne.
Welatiyên Kurd daxwaza wekheviyê dikin û dibêjin, çima di yasayan de, rewşa Ereban di ber çavan re derbas dikin, û Kurdan piştguh dikin, û xortên Kurd di wê yasayê de mexdûr in.
Welatiyekî Rojavayê Kurdistanê di derbarê yasaya bi navê Erkê Xweparastinê de matmayî mane û diprse, “ma derxistina wê biryarê tenê ji bo razîkirina Erebên Dêrazorê, Reqayê, Minbic û Tebqayê ye? Ka ji bo xortên Kurd çi heye?”
Welatiyek dibêje, ji xwe bi sedan xortên Kurd li navçeyên Erebî li Sûriyê şehîd bûne, û xwîna xwe dane, û ew navçe ji destê DAIŞê derxistine û tekez dike ku nedibû cudahî di navbera pêkhateyan de hatiba kirin.
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi giştî daxwaz dikin ku cudahî di temen de tunebe
Rêveberiya Xweser xwe ji guhertina yasaya Erkê Xweparastinê re amade dike û li gor zanyariyan di yasaya nû de hin guhertin hatine kirin. Li gor agahiyan, di yasaya nû de, li navçeyên Kurdî divê yên jidayîkbûyên1986an û bi jor de biçin leşkeriyê, lê li navçeyên ku Ereb lê dijîn, kesên jidayîkbûyên 1990î û bi jor de dê biçin leşkeriyê.
Yasaya bi navê "Erkê Xweparastinê" roja 22ê Hezîrana 2019an li Eyn Îsayê hatibû pejirandin, ku ji 35 madeyan pêk tê.