Welatperwerên Kurd, li Amedê keça Kurd Halîde Dundar bi tilîlîyan oxir kirin

.

Cenazeyê Welatperwera Kurd, hevala me Halîde Dundar roja çarşemê, 05.07.2023yê , li Amedê, li nav Mezelên Yenîkoyê hate veşartin.

Li gel malbata Halîde Dundar, rêvebir, endam û alîgirên PAK, TDK-TEVGER, PSK, HAK-PARê û dezgehên sivîl û sîyasetmedar, rewşenbîrên Kurd, nas, dost,heval, eqraba û hezkirîyên Halîde Dundarê beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Halîde Dundar bûn.

Li ser mezel, hevalên Halîde Dundarê, Rahîme Kesîcî Karakaş û Methîye Ozhal Azbay di derbarê jîyan, têkoşîn û xebata Halîde Dundar da û dema wê ya di Zîndana Dîyarbekirê da azaftin kirin.

Hevala me, keça Kurd Halîde Dundar bi tilîlîyan ve hate oxir kirin.

Halîde Dundar roja 3yê temûzê li Stenbolê ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.

05.07.2023

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin