Wendabûna Angelus Novus

.

İrfan Arslan

Dema ku mirov dil û hişê xwe mor bike, nepêkan e rastiyê bibîne. Ji xwe trajediyê mîrovahiyê pirî wan ji bê empatî û korbûnê pêk tên. Dîsa jî mîrov dixwaze ku ‘Angelus Novus’ek dengê wan bibihîze.

“Têgeha pêşkeftinê li ser ramanê felaketê hatiye damezrandin. Ev 'wiha' berdewam kirin felaket e.” Walter Benjamin.

Walter Benjamin di xebata xwe ya bi navê “Tezên li ser Dîrokê” de ku sala 1940an de nivîsîbû di derbarê Angelus Novus de weke semboleke agahiyek taybet dide. Ev tabloya navdar, ku di sala 1920an de ji aliyê Paul Klee ve hatîbû xêz kirin, di mîratê rewşenbîriya Benjamin de cihekî bingehîn digre. Di wî wêneyî de milyaketek hatiye resîm kirin, her çiqas berê wî ber bi pêşerojê ve be jî, lê em dibînin ku serê xwe zivirandiye û çavên wî li paşerojê mêze dike. Gelo ev nêrîn tê çi wate yê? Em dibînin ku Walter jî li ser vê pirsê gellekî serê xwe êşandiye.

Beriya her tiştî mirov dikare vê ‘wendabûnê’ bi jiyana Benjamin a trajîk ve girêbide. Benjamin bi êslê xwe cihû bû, ji ber vê sedemê ji rejîma Naziya reviya ye. Lêbelê dibîne ku xilasiya wî nîne, li sînorê Îspanyayê xwe dikuje. Di emrê xwe yên kin de li pişt xwe gellek xebat û berhem hiştiye û herweha wekî rewşenbîrekî, rexnegirekî pirr alî tê naskirin.

Li gorî Benjamin, divê dîrok ji pêşkeftinê bêhtir wekî pileyek bermayiyan were dîtin. Angelus Novus xwezaya xeyalî ya pêşkeftinê û xetereyên paşguhkirina paşerojê nîşan dide. Dema ku rûyê milyaketê şahidiya trajediyên dîrokê dike, baskên wê bi neçarî wê ber bi pêşerojê ve dikişîne. Ev paradoks ji bo mirov pirsgirêkên bingehiyên serdema nû temsîl dike: xetereya jibîrkirina rabirdûyê û qutbûna ji dersên wê bi navê pêşketinê ye.

Wendabûna Angelus Novus vî pirsê bi rêya huner û raman ji civaka nûjen dipirse. Tabloya Klee ne tenê xebatek estetîk e, di heman demê de sembolekê bi wateyên kûr yên felsefî û dîrokî ye. Her çiqasî berhemên hunerî û mîratiyên rewşenbirî bi demê re wenda bibin jî, peyam û sembolên ku hildigirin dikarin ji nû ve ji hêla nifşên nû ve werin vedîtin û şîrove kirin.

Lêbelê em dibînin her çiqas zanistî û teknîk pêş de çûbe jî, huner û çand formên nû hilda be jî, lê mirovahî ji aliyê hişmendî ve têgihîştinî de roj bi roj paş de diçe; têkiliyên mirovan bi hev re, an ji têkiliyên civakê re roj bi roj qels dibin. Li şûna bawerî û hêvî ye; bê bawerî, bê tahmûlî û bê armancî girtiye. Êdî ji bo tiştekî an jî armancekê ked dayîn bê wate bûye. Şerê di nava civak û çîna de şûna xwe ji şerên kesayeta xwe bi xwe re hiştiye. Her kes bi xwe re şer dike, lê sedemê vê yekê jî ti carî naxwazin hîn bibin. An naxwazin bibînin. Ev rastî di her aliyê cîvakî de xwe nîşan dide; ji têkiliya malbatî bigrin hate têkiliya evînî; çand hetane politîkayê bi vî awayî ye. Di her aliya de xirabî li pêş e û wekî lehiyê diherike.

Byung Chul Han ji bo dema em tê de ne weha dibêje: “Baweriya ku ne tenê bi xwedê an jî ya bi dunyaya din lê belê ya li hember rasteqîniyê bi xwe jî ji dest çû, jiyana mirovan jî ji binî de berwext kir. Jiyan ti carî wekî niha berwext nebibû.” Mîna ku di vê tesbîtê de hatiye diyar kirin, jiyaneke demî di jiyana mirovan de bê huzirî pêk tîne. Lêbelê ev bê hizurî nabe sedema lêgerîneke nû. Bi xwezayî, dibe sedema nakokî û depresyon e. Ev rastî beriyê ku bigîhije vê qonaxê ji aliyê Nietzsche ve hatiye ditin, “Ji ber nebûna hizurê şaristaniya me vediguhere barbariyeke nû.” Weke ku tê dîtin, bûyerên civakî gelek caran beriya ku biqewimin ji aliyê zanyar û rewşenbîran ve tên hişyarkirin. Li hemberî van bûyerên bê hempa pêk bên, divê lêgerînên li ser rê û rêbazan bên niqaş kirin, ji bo ku xisar kêmtir bibe.

Dîsa tiştên ku sed sal berê Benjamin gotibû, ji bo îro jî derbas dibe. Kes li derveyî vê trajediyê nîne, lê pirî kes xwe derveyî vê rastiyê dihesibînin. Dema ku mirov dil û hişê xwe mor bike, nepêkan e rastiyê bibîne. Ji xwe trajediyê mîrovahiyê pirî wan ji bê empatî û korbûnê pêk tên. Dîsa jî mîrov dixwaze ku ‘Angelus Novus’ek dengê wan bibihîze, lê mixabin, wê demê jî zû de wenda kiriye.

Di encamê de em bixwazin nexwazin jî rastiya vê serdemê ev in; mirov çiqas tiştên qenç hêvî bike, bide pey hin tiştên xweş jî, dîsa jî rê hetanê ber sînorê mirovekî din e. Lê dîsa jî bê hêvî bûn, mîna mirina li ser piya ye. Hetane hêvî hebe, rê û rêbaz jî dê hebin.

Çavkanî: Gazete Duvar

Kurdistan Haberleri

Li Kerkûkê 100 hezar xwendekar beşdarî sala nû ya perwerdeya kurdî dibin
Navê min Jîna ye!
NY ji bo Sûriyeyê civiya: 'Naxwazin çareseriyeke siyasî bê dîtin'
Hejmara 478an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Serokwezîr li Zaxoyê kargeheke mezin vekir