47 hezar wênekêşên profesyonel endamê malpera Club of Black and White Photographyê ne û lijneyekê wê heye. Her meh bi hezaran wêne ji aliyê wênekêşên şareza ve li malperê têne barkirin û ji aliyê lijneyê ve têne hilbijartin.
Lijneya Rêvebir a Club of Black and White Photographyê her meh wêneyê baştirîn hildibijere.
Wêneyê ku Seyda Goyan li gundê Dêrahînê ya ser bi navçeya Qilaban ve kişandiye ji aliyê Lijneya Rêvebir a Club of Black and White Photographyê wek baştirîn wêneyê meha Kanûna 2018an hat hilbijartin.
Wênekêşê Kurd Seyda Goya derbarê wêneyê xwe de got: “Ev dayîk ji gundê Dêrahînê ye, wê gazî neviya xwe dikir got `were wêneyê xwe bibe ez nekarim bênim ji te re` û di wê keliyê de min jî wêneyê wê girt.”