Navenda Nûçeyan- Çaremîn komxebata Weqfa Mezopotamyayê, 21-22-23 û 24ê Berfanbarê bi mazûvanîya Şaredarîya Batmanê li Otêla Real Konakê pêk hat.
Gelek lêkoîner, akademîsyen û zimanzanên kurdî ji çar perçeyên Kurdistanê û dîyasporayê beşdarî komxebatê bûn.
Komxebat di 21ê Berfanbarê destpê kir û heta 24ê Berfambarê berdewam kir.
Di vê komxebatê da, zimanzan hewl didin ji bo nivîsîneke standart li ser varyantên peyvan konsensûsek ava bibe da ku bi yek şêweyê were nivîsîn.