Navenda Nûçeyan - Weqfa Mezopotamyayê bi armanca standartkirina nivîsîna kurmancî xebata xwe ya varyantan didomîne.
Çaremîn komxebata Weqfa Mezopotamyayê, 27-28-29êsibatê û1ê adara 2020 (4 roj) bi mazûvanîya Şaredarîya Batmanê li Otêla Real Konakê pêk hat. Gelek lêkoîner, akademîsyen û zimanzanên kurdî ji çar perçeyên Kurdistanê û dîyasporayê beşdarî komxebatê bûn. Komxebat di 27ê sibatê destpê kir û heta 1ê adarê berdewam kir. Di vê komxebatê da, zimanzan hewl didin ji bo nivîsîneke standart li ser varyantên peyvan konsensûsek ava bibe da ku bi yek şêweyê were nivîsîn.