Weqfa Mîrzo Muzîk peymangehek li Sinûnê vekir

.

Li nahiya Sinûne ya girêdayî Şingalê peymangeheke fêrbûna Muzîkî bi serperiştiya hunermend û muzîkjenê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo hat vekirin ku hejmareke rizgarbûyên ji destê DAIŞê ji bilî perwerdeya muzikê, weke derûnî jî ji peymangehê sûd werdigrin. Ganî Mirzo dibêje.

Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo ku li Barcelona dimîne ji Rûdawê re got, wan piştî sê salan avakirina  peymangehek bi navê “Mîrzo Muzik” li Komelgeha Xanesorê ya Şingalê, navendeke hunerî ya din li li Sinûnê bi piştevaniya "Weqfa Mîrzo Muzîk û cihê BA ava kirine, ji bo ku bi rêya hunerê derûniya zarokan bê aramkirin û xelkê navçeyê bikaribin çand û hunera xwe biparêzin.

“Kurdên Êzidî hunera Kurdî parastine”

Ganî Mîrzo amaje bi wê yekê kir ku  Kurdên Êzidî çand û hunera Kurdî bi hezarên salan parastine û wiha pê de çû: “Di sala 2019an de dema me peymangeh li Xanesorê vekir bi rastî zêde nebû em kareke wiha baş bikin, lê di rojên ewil de zêdeyî 250 zarok, xort û keçan serlêdana peymangehê kirin. Vê yekê hêviyên me gelek mezin kirin. Heta niha zêdeyî 350 zarok li Xanesorê fêrî amûrên muzîkê bûn.

“Ruheke hunerhez li Sinûne heye”

Mîrzo da zanîn ku ne tenê li Sinûnê herwiha ji deverên din ên Şingalê jî daxwaz tê kirin ku ew navenda muzîkê li wan cihan vekin û got: “Sinûne bajareke mezin û tê de rewşenbîr hene û zarok dixwazin fêrî muzîkî bibin û herwiha ruheke jî hunerhez li Sinûne heye. Em dixwazin li wê derê jî kareke baş bikin.”

Ganî Mîrzo da zanîn ku di rastiyê de ew projeya ku ew birêv dibin karê hikûmeta ne û piştevaniyeke xurt jê re lazim e, û divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê jî bibin alîkar.

Hunermendê Kurd herwiha destnîşan kir ku heta niha ji bo parastina çand û hûnera Kurdî li wan deveran ti xebat nehatine kirin û got ku ew dixwazin ev proje berdewam bike, eger alîkariya me were kirin em dixwazin ligel navçeyên din ê Kurdistanê jî peymangehên bi vî rengî ava bikin.

“Kurdên Êzidîî rûbirûye jenosîda çandî jî bûne”

Mîrzo komkujiya li Şingalê weke jenosîd pênase kir û got: “Di wê jenosîda bi ser xelkê me yê Êzidî hatî de, ne tenê mirov hatin kuştin û talan bû, herwiha demê de ew jenosîd aborî, mirovî û kulturî jî bû. Ji ber ku karê min muzik e, min ji xwest ez bi rêya hunerê ji wan re bibim alîkar. Min xwest ez zarokan fêrî muzîk û amûrên wê bikim daku ew jî xwedî li paşeroja çanda xwe derbikevin û wê biparêzin.”

Navenda Mîrzo Muzîk li Sinûne

Ganî Mîrzo kî ye?

Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe daye Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn
SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin